09:42 23 Hezîran 2018
Talîban

Şer di navbera leşkerên Efxanî û Talîbanê de: 143 Talîbanî hatin kuştin

© AP Photo / Ishtiaq Mahsud
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Efxanîstanê di navbera hêzên ewlehî yên Efxanîstanê û milîtanên Talîban de şerekî dijwar qewimî û di encamê de gelek milîtanên Talîbanê hatin kuştin.

Li gorî agahiyên BBC Farisî milîtanên rêxistina Talîbanê îro li başûrê Efxanîstanê êrîşeke giran birin ser bajarê Hêlmendê û di encama wê êrîşê de şerekî dijwar di navbera hêzên ewlehî yên Efxanîstanê û milîtanên rêxistina Talîbanê de qewimî.

Wezareta Bergirî ya Efxanîstanê ragihand ku di çarçoveya şerê îro de li 2 navçeyên bi navê Sengîn û Nehrî Sîrac yên girêdayî bajarê Hêlmendê 143 milîtanên Talîbanê hatine kuştin, ku 3 kesên ji wan fermandarên pilebilind bûn û her wiha 19 milîtanên din jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve BBCyê li gorî daxuyaniyên Berdevkê Parêzgarê Hêlmendê Omer Ziwak diyar kir ku di encama êrîşa Talîbanê de leşkerekî Efxanî jiyana xwe ji dest daye û 7 leşker jî bi giranî birîndar bûne.

Hêjayê gotinê ye ku di sala borî de milîtanên Talîbanê 3 caran êrîş biribûn ser bajarê Hêlmendê û di encamê de hêzên ewlehî yên Efxanî neçar mabûn ku xwe paş ve bikişînin. Her wiha tê gotin ku navçeya Sengîn hêrêma herî bê ewle û aramî ya bajarê Helmendê ye.

Bi heman mijarî:

Li Efxanîstanê li dijî Balyozxaneya Almanyayê êrîş: Mirî û birîndar hene
Generalê Amerîkayî: Ji %10ê Efxanîstanê di bin kontrola Tallîban de ye
Li paytexta Efxanîstanê teqîn û şer qewimî
Li Zanîngeha Amerîka ya li Efxanîstanê êrîş pêkhat
Rûsya: Jiyana pîlotê Rûs ê li Efxanîstanê dîl hat girtin, ne di xetereyê de ye
Etîketan:
navber, milîtan, şer, BBC Farisî, Berdevkê Parêzgarê Hêlmendê, Talîban, Omer Ziwak, Sengîn, Hêlmend, Efxanîstan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de