17:54 21 Gulan 2018
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk - HSD - HSDê

    Di operasyona Reqqayê de 2 gundên din hatin bidestxistin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şervanên Odeya Çalakiyên Xezeba Firatê di çarçoveya operasyonê de gundên Şalî û Henhudê ji destê DAIŞê derxistin.

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk - HSD - HSDê
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Hemleya Xezeba Firatê de Şervanên Odeya Çalakiyên Xezeba Firatê operasyonên xwe li hemberî DAIŞê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de şervanên du roj berê li bajaroka Til Seminê yê 12 km dikeve başûrê rojavayê bajaroka Eyn Îsayê bi du başkan dest bi operasyonekê kiribûn. Yek ji van başkan duh berê xwe dan gundê Şalî û ev gund piştî şerekî dijwar kontrol kir. Li vir 3 DAIŞî hatin kuştin.

    Dîsa piştî ku gundê Mehmudiyê duh hate rizgarkirin, gundê Henhudê yê dikeve başûrê gundê Qadiriyê û Kerdûşanê jî ji destê DAIŞê hat derxistin.

    Bi heman mijarî:

    Yek ji serokê DAIŞê Ebû Candal li Reqqayê hat kuştin
    "Piştî operasyona Reqqayê hat bipaşxistin, DAIŞê 700 xwekuj şandin El-Babê"
    DAIŞê êriş bir ser gundekî Reqqayê, pevçûn didomin
    Erdogan: Em û Amerîkayê li hev bikin rêz wê were Reqqayê
    Li Reqqayê di 36 saetan de 48 DAIŞî hatin kuştin
    Etîketan:
    şer, Operasyon, Odeya Çalayikên Xezeba Firatê, DAIŞ, Til Semin, Mehmudiye, Henhud, Kerduşan, Qadiriyê, Eyn Îsa, Sûriye, Rojava, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de