00:24 19 Hezîran 2018
Teqîna li Bexdayê

Li Bexdayê êrîşeke bombeyî: Herî kêm 30 kes hatin kuştin

© REUTERS / Khalid al Mousily
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li taxa Sadr City ya li rojhilatê Bexdayê êrîşek bi navgîneke bombebarkirî pêk hat û di encamê de herî kêm 30 kes hatin kuştin û 61 kesên din birîndar bûn.

Polîsan û peywirdarên tenduristiyê ragihand ku êrîş bi navgîneke bombebarkirî li taxa Sadr pêk hatiye.

Hîn ti kesî berpisyariya xwe li ser êrîşê ranegihandiye lê DAIŞ gelek caran êrîşên wiha li Bexdayê dike.

Herwiha çavkaniyên polîsan ragihand ku 32 kes hatine kuştin û 61 kes birîndar bûne.

​Rojnamevanê iraqî Steven Nebîl ji hesabê xwe Twitterê de ragihand ku armanca êrîşê, ew karker bûn ên ku karên xwe yên rojane dikirin.

​Hêjayî gotinê ye ku ev êrîş di dema serdana Serokê Fransayê Françios Hollande bo Bexdayê de pêk hatiye.

Ji aliyê din ve, roja şemiyê sê êrîşên cuda li Bexdayê pêk hatibûn û di encamê de 29 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

 

Bi heman mijarî:

Li Bexdayê teqîn: Gelek kesan jiyana xwe ji dest da
Li Bexdayê teqîn: Herî kêm 28 mirî 54 jî birîndar
Teqîn li Bexdayê: 2 mirî û 7 birîndar
NATO li Bexdayê baregeheke leşkerî ava dike
Wezîrê Parastinê yê DYAyê piştî Bexdayê hat Hewlêr
Wezîrê Parastin ê Amerîkayê çû Bexdayê
Etîketan:
DAIŞ, Françios Hollande, Sadr, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de