10:29 18 Hezîran 2018
DAIŞ

Reuters: DAIŞê êrîşa Reinayê girt ser xwe

© AFP 2018 / File
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Reutersê ragihand ku DAIŞê berpirsyariya xwe li ser êrîşa sersalê ya klûba Reinayê ya Stenbolê ragihand.

DAIŞê di daxuyaniya xwe de wiha got:Di berdewamiya operasyona dewleta îslamî li dijî Tirkiyeya ku xaçperestan diparêz de, leşkerekî xîlafetê yê leheng êrîşî yek ji navdartirîn klûban kir ku xiristiyanên cejna xwe ay muşrikane lê pîroz dikir."

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de, DAIŞê diyar kir ku êrîş bi narincok û reşandina guleyan pêk hatiye û di encamê de 150 kesî hatin kuştin û birîndar kirin.

Ji aliyê din ve, DAIŞê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku ev êrîş li ser banga "emîrê muiminan" pêk hatiye û wiha dibêje: " Bila hikûmeta tirk a murted vê bizane; xwîna misilmanan a ku bi balafir û topxaneya wê tê rijandin dê di mala wê de bibe agir û bi wan keve."

 

Bi heman mijarî:

Wêneyê terorîstê êrişa Reîna ya Stenbolê derket holê
Karayilan: Têkiliya tevgera kurdî bi êrîşa Stenbolê re tine
Kurdistan: Welatiyekî Kurdistanê di êrîşa Stenbolê de hatiye kuştin û 3ên dî birîndar bûne
Li Sariyera Stenbolê êrîşa biçek
HDPê ji bo êrîşa li Stenbolê daxuyanî belav kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên li Stenbolê
YEyê derbarê êrîşa li Stenbolê de daxuyanî da
Etîketan:
emîrê muiminan, DAIŞ, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de