11:19 23 Hezîran 2018
Huda Kaya

Parlamentera HDPê Kaya: Kampanyeya 'Sersal heram e' meşandin, îro şermezar dikin

© Sputnik / Cesîm Îlhan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamentera HDPê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku êrîşa li ser Reinayê bi demogojiyan wê bê nixumandin û wiha got: "Em bi bîrûbaweriya rêveberiyeke wisa re rûbirûne ku ji hev ketiye."

Êrişa Reîna ya Stenbolê
© REUTERS / Umit Bektas
Kaya balkişand ser daxuyanî û nirxandinên beriya êrîşê yên li dijî sersal û Noelê û diyar kir ku wê ser êrîşê bê nixumandin.

Nirxandina Huda Kaya a derbarê bûyerê de wiha ye:

"Duh, kekn û gotinên ku kesên weke wan nafikire kirin hedef, nişana durûtiyê da. Îro ew bixwe ne ku cudakirinê dikin hedef. Tiştên ku li Reinayê çêbûne encama vî tiştî ne.

Bi rojan kampanya meşandin û gotin ku 'Sersal nayê pîrozkirin, heram e'. Biraderê min heke ku tu li gorî bîr û baweriya xwe pîrozbahiya tiştekî nake, li gorî te heke ku ev qedexe be, ne mafê te ye ku tu vê weke bibawerî bispêre. Ez oleke wisa, Islameke wisa nas nakim. Di ola ku ez nasdikim de rêzgirtin heye.

Îro piştî êrîşê xwe dixin quncikan û li ser zimanên wan gotinên nifrînê dixwazin ser bûyerê binuximînin. Ez bawer nakim ku berpirsiyar bên dîtin. Ser bûyerê wê bi demogojiyan bê girtin lê ti rastî veşartî namîne. Em bi bîrûbaweriya rêveberiyeke wisa re rûbirûne ku ji hev ketiye. Ji derveyî rastiyê ye ku em li bende îstîfakirina wan bin."

Bi heman mijarî:

Polîsê Tirkiyeyê: Dibe êrîşkarê Reinayê welatiyê Ozbekistan yan jî yê Kirgizistanê be
Welatiyeke Rûsyayê jî di êrîşa Reinayê ya li Stenbolê de miriye
Selvi: "Îstîxbarata êrişê roja înê ji Amerîkayê hat"
Îdîaya ku êrişkar ji hundir alîkarî wergirt
MÎT û Midûriyeta Ewlehî ji bo şeva sersalê îstîxbarat wergirtiye
Wêneyê terorîstê êrişa Reîna ya Stenbolê derket holê
Etîketan:
Êrîş, Sersal, Noel, HDP, Huda Kaya, Tirkiye, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de