09:45 23 Hezîran 2018
Êrişa Reîna ya Stenbolê

"Dibê êrişkarê Reînayê polês be"

© REUTERS / Umit Bektas
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîskarê rojnameya Sozcuyê Can Atakli di gotara xwe de ragihand ku wekî êrişa Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov dibe êrişkarê Reînayê jî polês be.

Nivîskarê rojnameya Sozcuyê Can Atakli di gotara xwe de êrişa Reînayê şibande suîqesta Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov û got: "Kesekî ku amadehiya êrişa sersalê bike û hisabê hevqas ewlehiyê neke li dijî aqil û mentiq e. Naxwe wê demê tenê îhtîmalek dimîne ku kesê ev êriş pêk anî be bi nasnameya polêsan noqteyên kontrole derbas kiribin û ketibe hundir.

XUYAYE KESEKÎ PERWERDEKIRIYE

Can Atakli di berdewamiya gotara xwe de got: "Dema em li hejmara kuştî û birîndaran temaşe dikin û piştî qetlîamê xelasbûna wî dide nîşandan ku kesekî perwerdekiriye. Helbet bikaranîna Keleşkofê bihêz e, lê bilez jarjor guherandin û bi xwînsarî piştî çalakiyê derketina wî derve û tevlîbûna kesên din herhalde ne tiştekî hêsan e. Heke ev pêşbînî rast derkeve wekî suîqesta balyozê rûsî dîsa hemû şik wê herin ser FETO/PDYê. Jixwe çapemeniya hevalgir ji zû de ketiye endîşeya vê."

 

 

Bi heman mijarî:

Welatiyeke Rûsyayê jî di êrîşa Reinayê ya li Stenbolê de miriye
Selvi: "Îstîxbarata êrişê roja înê ji Amerîkayê hat"
Îdîaya ku êrişkar ji hundir alîkarî wergirt
MÎT û Midûriyeta Ewlehî ji bo şeva sersalê îstîxbarat wergirtiye
Wêneyê terorîstê êrişa Reîna ya Stenbolê derket holê
Etîketan:
Êrişa klûba Reîna ya Stenbolê, FETO/PDY, Nivîskarê rojnameya Sozcuyê, Can Atakli, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de