12:57 25 Hezîran 2018
Polîsê Tirkiyeyê

Polîsê Tirkiyeyê: Dibe êrîşkarê Reinayê welatiyê Ozbekistan yan jî yê Kirgizistanê be

© AP Photo / Halit Onur Sandal
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Kanala CNNTurkê ragihand, polîsan diyar kiriye ku ihtimal heye, kesê li dû êrîşa Reinaya Stenbolê be, welatiyê Ozbekistan yan jî yê Kirgizistanê be û endamê komeke girêdayî DAIŞê be.

Polîsên Tirkiyeyê di 28-31ê Berfanbara 2016an de li çend bajarê Tirkiyeyê 63 milîtanên DAIŞê desteserkirin û lêpirsîn derbarê wan de da destpêkirin. Polîsan di wê lêpirsînê de agahî bi dest xistin ku ihtimal heye, welatiyekî Ozbekistan an jî Kirgizistanê êrîş pêk anîbe.

Şeva sersalê kesekî êrîşî klûba Reinayê kiribû û di encamê de 39 kes kuştibûn û 65 kes birîndar kiribûn. Li gorî şahidên bûyerê, kesê êrîşkar bi erebî diaxivî.

Herwiha di heman nûçeyê de hatiye ragihandin ku istixbarata Tirkiyeyê(MIT) û ewlekariya Tirkiyeyê agahî bi dest xistibûn ku DAIŞ şeva sersalê dê êrîşên wek a balafirgeha Stenbolê li cihên qerebalix pêk bîne lewra wan ew 63 kes desteser kirine.

 

Bi heman mijarî:

Wêneyê terorîstê êrişa Reîna ya Stenbolê derket holê
Karayilan: Têkiliya tevgera kurdî bi êrîşa Stenbolê re tine
Kurdistan: Welatiyekî Kurdistanê di êrîşa Stenbolê de hatiye kuştin û 3ên dî birîndar bûne
Li Sariyera Stenbolê êrîşa biçek
Serokomarê Tirk Erdogan êrîşa terorî ya li Stenbolê şermezar kir
HDPê ji bo êrîşa li Stenbolê daxuyanî belav kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên li Stenbolê
Etîketan:
MIT, DAIŞ, Ozbekistan, Kirgizistan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de