05:12 24 Mijdar 2017
Zindî
    Balafirxaneya Ataturkê ya Stenbolê - X-Ray

    Li Antalyayê kesekî got: 'Li ser min bombe heye, Allahu ekber'

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Li Antalyayê di beşa 'Rêwiyên Çûnê' yên termînalên xetên hundir û yên derve bihev re bikar tînin de, xortekî dema saet 09.55an de ji navgîna X-Rayê derbas dibû qîriya û got: "Li ser min bombe heye. Allahu Ekber'. Pêşî ji bo vî kesî hat îdiakirin ku ji Sûriyê ye lê derket holê ji Amedê ye.

    Li Antalyayê di beşa 'Rêwiyên Çûnê' yên termînalên xetên hundir û yên derve bihev re bikar tînin de, xortekî dema saet 09.55an de ji navgîna X-Rayê derbas dibû qîriya û got: "Li ser min bombe heye. Allahu Ekber'. Polîsan û pasevanên taybet sûriyeyiyê 25-30 salî bêbandor kirin û ew desteserkirin.

    Li hêla din, rayedarên Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê li ser bûyerê, agahî dan nûçegîhanê rojnameya Tirkiyê Hurriyetê û diyar kirine ku ew kes ne ji Sûriyê ye, kesekî ji Amedê ye.

    Rayedaran wiha îdia kir: "Eleqeya bûyerê bi terorê re nîne. Bi temamê bûyereke edlî ye. Ew kes ji ber ku duh negihiştiye ser balafirê, li balafirxaneyê tevliheviyê çêdike û tê desteserkirin. Pişt ra tê tespîtkirin ku hin pirsgirêkên wî yên psikolojik hene û radestî malbata wî dikin. Ev kes serê sibê careke din tê balafirxaneyê û ji nişka ve baz dide û careke din tê desteserkirin. Di encama lêkolînê de derdikeve holê ku ev kes tilyakêş e. Rewşeke metirsîdar nîne."

    Etîketan:
    sûrî, bombe, Balafirxaneya Antalyayê, Antalya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de