10:59 21 Mijdar 2017
Zindî
    Li pêş Reinaya ku bû hedefa êrîşa çekdarî qiranfîl hatin berdan.

    Welatiyeke Rûsyayê jî di êrîşa Reinayê ya li Stenbolê de miriye

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1701

    Di daxuyaniya Balyozxaneya Rûsyayê li Stenbolê de hat diyarkirin ku welatiyeke Rûsyayê jî di êrîşa Reinayê de jiyana xwe ji dest daye.

    Çavkaniyekê ji Balyozxaneyê ji RIA Novostiyê re axivî û got: "Erê, rast e ku di nava kesên mirine de rûsek heye. Destpêkê hatibû gotin ku jina miriye azerî ye lê zanyariyên nasnameyê dide xuyakirin ku welatiya Rûsyayê ye."

    Çavkaniyî destnîşan kir ku ji bo diyarkirina nasnameya kesa mirî sibê wê xebatkarên balyozxaneyê biçin morgê û piştgiriya herî zêde nîşanî malbatê bidin. Hat diyarkirin ku di êrîşê de ji bilî vê kesê ti welatiyên rûs jiyana xwe ji dest nedane û birîndar nebûne.

    Bi heman mijarî:

    Rûhanî: "Heke em terorîzmê ji holê ranekin dê wekî vîrûsê herkesî dorpêç bike"
    Îdîaya ku êrişkar ji hundir alîkarî wergirt
    MÎT û Midûriyeta Ewlehî ji bo şeva sersalê îstîxbarat wergirtiye
    Wêneyê terorîstê êrişa Reîna ya Stenbolê derket holê
    KENYê êrişa Reînayê şermezar kir
    Kesekî êrîşî şahiya sersalê kir û 12 kes kuştin
    Etîketan:
    mirin, êrîş, azerî, Reina, Balyozxaneya Rûsyayê li Stenbolê, RIA Novosti, Tirkiye, Stenbol, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de