03:25 19 Hezîran 2018
Hesen Rûhanî

Rûhanî: "Heke em terorîzmê ji holê ranekin dê wekî vîrûsê herkesî dorpêç bike"

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Îranê Hesen Rûnahî derbarê êrişa Stenbolê ku 39 kes hatibûn kuştin de ragihand ku heke em teorîzmê ji holê ranekin dê wekî vîrûsê herkesi dorpêç bike.

Serokomarê Îranê Hesen Rûnahî di hevpeyvîna xwe ya televîzyona dewletê de êrişa çekdarî ya Stenbolê ku 39 kes hatibûn kuştin de ragihand ku em bi êrişê gelekî xemgîn bûn, heke em teorîzmê ji holê ranekin dê wekî vîrûsê herkesi dorpêç bike.

Hesen Rûhanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di roja sersala nû de li Stenbolê em rastî bûyere xemgînî hatin. Kuştina însanên bêguneh û bêparastin ji her awayî mijareke şermezarkirinê ye. Vê bûyerê jî nîşan da ku heke em li hemberî terorîzmê dernekevin û wê ji holê ranekin dê wekî vîrûsê herkesi bike muptelayê xwe."

3 HEDEFÊN ÎRANÊ HENE

Rûhanî di dirêjiya axaftina xwe de 3 hedefên sereke yên Îranê li herêmê di mijara ewlehiyê de eşkere kirin û got: "Yek jê li herêmê sazkirina ewlehî û aramiyê, ya duyem tekoşîna bi terorîzmê û dawî jî neguherandina sînorên coxrafî."

 

 

Bi heman mijarî:

Selvi: "Îstîxbarata êrişê roja înê ji Amerîkayê hat"
Îdîaya ku êrişkar ji hundir alîkarî wergirt
MÎT û Midûriyeta Ewlehî ji bo şeva sersalê îstîxbarat wergirtiye
Wêneyê terorîstê êrişa Reîna ya Stenbolê derket holê
KENYê êrişa Reînayê şermezar kir
Etîketan:
Êrişa klûba Reîna ya Stenbolê, Serokomarê Îranê, Hesen Rûhanî, Tirkiye, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de