22:09 20 Hezîran 2018
Abdulkadir Selvi

Selvi: "Îstîxbarata êrişê roja înê ji Amerîkayê hat"

Fotoğraf: YouTube
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi ragihand ku beriya qetlîama Reînayê 30ê Berfenbarê roja înê seet derdora 20.00an ji Amerîkayê derbarê êrişê de îstîxbarat hat.

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de got: "Roja înê di 30ê Berfenbarê de seet li derdora 20.00an derbarê êrişê de îstîxbarateke cidî hat wergirtin. Li gorî îstîxbaratê DAIŞ şeva sersalê li Enqereyê 1 û li Stenbolê jî li hemberî 2-3 cihan wê êrişên terorî pêk bîne. Îstîxbarata ku Amerîkayê da girîng bû lê giştî bû, li Stenbolê tu cih diyar nedikir. Gelo ev îstîxbarata ku Amerîkayê da hinekî din li ser bihata rawestandin ji bo êrişa Reîna dibû ku bibe delîlek?"

Selvi di berdewamiya gotara xwe de got: "Vê êrişê jî da nîşanda ku teror wê di 2017an de jî dewam bike. Rewş cidî ye. Em bi bergiriyên giştî nikarin ji binê vî karî rabin. Êrişa Reînayê jî nîşan da ku terorê konseptekî nû bikar tîne û ji bo vê pêwistî bi stretejiyeke nû heye."

Bi heman mijarî:

Îdîaya ku êrişkar ji hundir alîkarî wergirt
MÎT û Midûriyeta Ewlehî ji bo şeva sersalê îstîxbarat wergirtiye
Wêneyê terorîstê êrişa Reîna ya Stenbolê derket holê
KENYê êrişa Reînayê şermezar kir
Lijneya Wezîran li Qesra Serokomariyê dicive
Etîketan:
Êrişa klûba Reîna ya Stenbolê, Nivîskarê rojnameya Hurriyetê, Abdulkadir Selvi, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de