07:03 23 Çile 2018
Zindî
    Nurî El Malikî

    Malikî li Tehranê: Ez ê nebim namzetê serokwezîriyê

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Hevbendiya Dewleta Qanûnê û Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî El-Malikî îro yekşemê ragihand ku Partiya Daweyê dê bi namzetên bibandor beşdarî hilbijartinê parlementoya Iraqê bibe lê ev nayê wê wateyê ku ew ê bibe namzetê serokwezîriyê.

    Malikî di hevpeyvîna xwe ya bi televizyona Qedesnayê ya Îranê de got: "Partiya Daweta Îslamî dê beşdarî hilbijartinên bê yên parlementoya Iraqê bibe" û bal kişand ser wê yekê ku namzetên bibandor xwediyên giraniyeke siyasî di nav wan de hebin û wiha dewam kir: "Lê ev nayê wê wateyê ku ew ê bibe yeki ji namzetên serokwezîriyê."

    Herwiha Serokwezîrê Iraqê yê berê îdia kir ku Erebistana Siûdî bûye amûrek di destê Îsraîlê de ye ta ku planên wê li herêmê bsepîne û wiha got: "Gumana ti kesî tine ku Îsraîl bi alîkariya Amerîkayê piştgiriyê dide rêxistinên tekfîrî yên herêmê."

    Malikî diyar kir ku El-Qaîde û DAIŞ projeyên Amerîka û Îsraîlê bûn ta ku ewlehiya dewletên îslamî xin û wiha dewam kir: "Piştî Amerîka û Îsraîlê planên xwe li dijî cîhanê îslamî hûnandin. Ev peywir dan hinek welatên erebî û îslamî wek Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyeyê. Ev hemû jî ji bo parastina ewlehiay îsraîlê ye."

    Malikî ev daxuyaniyên xwe li paytexta Îranê Tehranê di serdaneke bo 4 rojan de dan.

     

    Bi heman mijarî:

    Malikî: Erdogan Tirkiye kiriye dewleteke aloziyan
    Malikî: Beşdarbûna Heşdî Şeibî di operasyona Mûsilê de giring e
    Malikî bangî kurdên feylî kir
    “Malikî soza xweseriyê ji bo Silêmaniyê da YNK-Goranê”
    Nûrî Malikî: Êrîş encameke xwezayî ya derîvekirina li ber terorîstan e
    Malikî: Em dijî referandûma serxwebûnê ne
    Malikî: ‘Bila kurd ji Bexdayê bên derxistin'
    Etîketan:
    El-Qaîde, DAIŞ, Nûrî El-Malikî, Amerîka, Tehran, Tirkiye, Îsraîl, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de