09:16 22 Gulan 2018
    Êrîşa Stenbolê ya Reniayê

    Nasnameyên 38 kesan ji 39 kesên di êrîşa Reinayê de hatine kuştin diyar bûn

    © REUTERS / Ismail Coskun/Ihlas News Agency
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokatiya Saziya Bijîşkiya Dadmendî ya Wezareta Dadmendiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku nasnameyên 38 kesan ji 39 kesên di êrîşa Reinayê de hatine kuştin hatine diyarkirin.

    Serokatiya Saziya Bijîşkiya Dadmendî ragihand ku otopsiyê û diyarkirina nasnameyên 13 kesan hatibûn kirin ku yek iraqî, 11 kes tirk, yek jî him welatiyê Belçîkayê him tirk bû û piştî wê jî cenazeyên wan radestî malbatên wan kiribûn.

    Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku otopsiya 25 kesên biyanî bi dawî bûye û nasnameyên wan hatine diyarkirin. Li gorî daxuyaniyê, cenazeyên biyaniyan dê sibe radestî malbatên wan bikin, piştî ku werin Tirkiyeyê. 7 kes ji wan Erebistana Siûdî, 3 libnanî û dudo ji Tûnisê, dudo ji Urdunê, dudo ji Iraqê, dudo ji Hindistanê û dudo ji Fasê ne û yek ji Îsraîlê, yek ji Kanada, yek ji Kuweytê, yek ji Sûriyeyê û yek ji Federasyona Rûsyayê ne.

    Hîn xebatên diyarkirina nasnameya kuştiyekî berdewam dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan: Welatiyekî Kurdistanê di êrîşa Stenbolê de hatiye kuştin û 3ên dî birîndar bûne
    Li Sariyera Stenbolê êrîşa biçek
    Serokomarê Tirk Erdogan êrîşa terorî ya li Stenbolê şermezar kir
    HDPê ji bo êrîşa li Stenbolê daxuyanî belav kir
    Amerîkayê hişyarî da welatiyên li Stenbolê
    Etîketan:
    êrîşa Stenbolê, urdin, Tûnis, Urdun, Stenbol, Sûriye, Tirkiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de