08:03 23 Gulan 2018
    Êrişa Reîna ya Stenbolê

    Êrîşkarê Reinayê 7 deqîqeyan li hundir maye

    © REUTERS / Osman Orsal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat zanîn ku ew êrîşkarê li Stenbolê êrîşî klûba bi navê Reinayê kiribû û di encamê de 39 kes kuştibûn û 69 kes birîndar kiribûn, 7 deqîqeyan li cihê bûyerê maye, kincên xwe guherandine û wiha derketiye.

    Êrîşkarê ku 39 kes kuştine saet 01:15 ketiye klûbê û saet 01:22an ji klûbê derketiye. Êrîşkarê7 deqîqeyan di hundirê klûbê de maye, ketober gule reşandine.

    Li gorî nûçeya CNN Turkê, terorîst heta derbasî hundir bû, şarjorek xerç kiriye. Piştî ku polîsek kuşt, hema ketober gule li peywirdarên ewlekariyê reşandin û derbasî hundir bû. Piştî 7 deqîqeyan di hundir de ma, kincên xwe guherandin û wiha ji cihê bûyerê derket.

    Hêzên ewlekariyê lêkolîna xwe berfireh kir û dest bi vekolîna hemû kamereyên deverê kir. Vekolîna balîstîk a çekan û guleyan berdewam dike.

     

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: Têkiliya tevgera kurdî bi êrîşa Stenbolê re tine
    Kurdistan: Welatiyekî Kurdistanê di êrîşa Stenbolê de hatiye kuştin û 3ên dî birîndar bûne
    Li Sariyera Stenbolê êrîşa biçek
    Serokomarê Tirk Erdogan êrîşa terorî ya li Stenbolê şermezar kir
    Amerîkayê hişyarî da welatiyên li Stenbolê
    YEyê derbarê êrîşa li Stenbolê de daxuyanî da
    Piştî êrîşa li Stenbolê ji hikûmeta AKPê daxuyaniya ewil
    Etîketan:
    êrîşa Stenbolê, êrîşkar, polîs, Tirkiye, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de