21:39 22 Mijdar 2017
Zindî
    Polês - şer- pevçûn - qedexe- operasyon - çalakî

    Serokê saziya nijadperestan li Dîlokê birîndar bû

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 51 0 0

    Li navendeke hunerê ya ku kesên xwediyên fikirên nijadperest li Dîlokê damezirandiye şer derket û di encamê de serokê saziya nijadperest Turkçuler Ocagı Mehmet Burak B. birîndar bû.

    Ajansa Nûçeyan a Dogan(DHA)yê ragihand ku bûyerê ber êvarî li Navenda Hunerê ya Otukanê ya taxa Eyubogluyê rûdaye. Gengeşe di navbera endamên Turkçuler Ocagiyê yên ku Navenda Hunerê ya Otukanê damezirandiye û 20 kesên hatine wê derê de çêbû.

    Piştî gengeşeyê, herdû aliyan şer kiriye û di encamê de serokê saziya nijadperest Turkçuler Ocagı Mehmet Burak B. bi kêrê birîndar bûye. Mehmet Burak B.ê bi kêrê birîndar bûye, hatiye rakirin bo nexweşxaneyê û polîsan dest bi lêkolînê kiriye ta ku nasnameya êrîşkaran tesbît bike.

    Hêjayî gotinê ye ku sedema gengeşeyê û şerî nehatiye zanîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Dozgerî: Navenda DAIŞê ya li Tirkiyeyê Dîlok e
    DAIŞ: Armanca me ya sereke êrîşên li Dîlok, Kilîs, Nizîp û Karkamişê ne
    Rûsya: Dîlok bûye navenda dan û standina DAIŞê ya berhemên dîrokî
    Li Amed, Dêrsim, Dîlok û Stenbolê 46 kes hatin girtin
    DÎLOK - Alîgirên DAIŞê Komkujîya Parisê pîroz kirin
    Etîketan:
    nijadperest, Turkçuler Ocagiyê, Mehmet Burak B, Dîlok, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de