10:38 23 Çile 2018
Zindî
    PKK-Murat Karayilan - KCK

    Karayilan: Têkiliya tevgera kurdî bi êrîşa Stenbolê re tine

    © AP Photo/ YAHYA AHMED
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 40

    Endamê Komîteya Birêveber a PKKê Murat Karayilan derbarê êrîşa duh a Stenbolê de axivî û diyar kir ku wan ew êrîş pêk neaniye û got, "bawer nakim TAKê jî ev êrîş pêk anîbe".

    Karayilan teqez kir ku ti têkiliya wan bi êrîşa duh li Stenbolê pêk hatibû re tine û wiha got: "Ti têkiliya tevgera kurdî bi êrîşê re tine."

    Herwiha birêveberê PKKê axiftina xwe wiha dewam kir: "Ti têkiliya êrîşa duh bi şev li klûbeke Stenbolê pêk hatiye bi me re tine."

    Ji aliyê din ve, Karayilan diyar kir ku ihtimal tine ku TAKê ev êrîş pêk anîbe û wiha got: "Bawer nakim TAKê jî ev êrîş pêk anîbe".

    'TIRKIYE DI REWŞEKE ZEHMET DE YE'

    Karayilan wiha got: "Xuyaye ku tiliya hêzên kur di vê êrîşê de hene. Çima? Lewre Tirkiye îro di rewşeke zehmet de ye. Tirkiye îro li cîhanê tenê maye û hatiye tecrîtkirin. Ji bo ku têkoşîna azadiya kurd biçewisîne, gelê kurd bieciqîne piştgiriya DAIŞê kir, piştgiriya El Nusrayê kir. Ket nava meseleya Suriyê, bi pêşxistina têkiliyên cuda re ji NATOyê dûr ket."

    'JI BO KU TIRKIYÊ JI TENÊBÛNÊ RIZGAR BIKE'

    Li gorî îdiaya Karayilan êrîşa li ser Reinayê ji bo Tirkiyê ji tenêbûnê derxe hatiye çêkirin. Nirxandina Karayilan wiha ye: "DAIŞê berê li Tirkiyê alman û cihû jixwe re kir hedef. Di êrîşa duh bi şev de jî hejmareke zêde biyanî hatin qetilkirin. Ev planeke. Di vê êrîşê de tiliya hin hêzan heye. Ev êrîş ji bo bi hawara Tirkiyê de werin bi armanca bangkirina dinyayê û AKP-Erdogan ji tenêbûnê rizgar bikin hatiye çêkirin. Rondikên ku dirijînin rondirên timsah a ne. Rast naaxivin. Em vê êrîşa hovî bi tundî şermezar dikin. Em êşa malbatan parve dikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan: Welatiyekî Kurdistanê di êrîşa Stenbolê de hatiye kuştin û 3ên dî birîndar bûne
    Al Arabiya: 7 siûdî jiyana xwe ji dest dan
    Medvedev, ji bo Yildirimî sersaxî xwest
    Li Sariyera Stenbolê êrîşa biçek
    YE ji Tirkiye xwest ku li dijî terorê hevkar bin
    Serokomarê Tirk Erdogan êrîşa terorî ya li Stenbolê şermezar kir
    'Gotinên min şaş hatine fêmkirin, Amerîkayê agahî nedan min'
    Etîketan:
    êrîşa Stenbolê, TAK, PKK, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de