06:40 23 Mijdar 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    Artêşa Iraqê 60% ji rojhilatê Mûsilê kontrol kir

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Berpirsyarekê leşkerî yê Iraqê îro yekşemê ragihand ku Artêşa Iraqê 60% ji rojhilatê Mûsilê ji destê DAIŞê derxistiye.

    General Ebdulwehab El-Saadî ku yek ji berbiçavtirîn serokê tîma dijî terorê ye, ji France Pressê re got: Me 60% ji rojhilatê Mûsilê vegirtiye".

    Elsaadî ev daxuyanî ji rojhilatê bakurê Mûsilê dida ku DAIŞê di sala 2014an de li wê derê damezirandina xîlafetê ragihandibû.

    Hêjayî gotinê ye ku tîma dijî terorê gelekî baş hatiye biçekkirin lê dîsa jî ji dema Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî operasyona Mûsilê daye destpêkirin û heta niha nekariye tevahiya bajarî kontrol bike.

    Herwiha hîn bi deh hezaran xelk di nava bajarî de ne ku duyemîn mezintirîn bajarê Iraqê ye û ev jî dibe sedem ku Artêşa Iraqê bi baldarî bi pêş ve biçe.

     

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Iraqî: Deriyê Rojhilatê Mûsilê bi temamî hatiye girtin
    'Rojhilatê Mûsilê li nêzîk azad dibe'
    Li Mûsilê 4 keçên êzidî hatin rizgarkirin
    Li Mûsilê taxeke din hat rizgar kirin
    Merhaleya duyemîn a operasyona Mûsilê destpê kir
    Piraniya axa Mûsilê hat rizgarkirin
    Fermandarê Amerîkî: Operasyona Reqa û Mûsilê dibe ku 2 salan bajo
    Etîketan:
    DAIŞ, Ebdulwehab El-Saadî, Iraq, Mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de