02:33 18 Çile 2018
Zindî
    Stenbol - Reina- êrîşa çekdarî

    'Gotinên min şaş hatine fêmkirin, Amerîkayê agahî nedan min'

    © REUTERS/ İsmail Coşkun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Xwediyê Reinayê Mehmet Koçarslan ê ku piştî êrîşê di daxuyaniya xwe de gotibû, "Îstixbarata Amerîkayê agahiya vê dabû. Ev êrîşa li ber çavan pêk hat", diyar kir ku ‘gotinên wî li der wateyên wan hatine parvekirin.'

    Koçarslan ji bo rojnameya Hurriyetê axivî û ev tişt gotin:

    "Hundirê me xwîn digirî. Heval û mêvanên min mirin. Hîn êşa men û ye lê mixabin ji gotinên min wateyên şaş hatine derxistin. Îstixbarata Amerîkayê agahî neda min. Tenê min xwest behsa hişyariya ku Amerîkayê da welatiyên xwe û di 29ê Cotmehê de di rojname û televîzyonan de derket, bikim. Tişta min got tenê ev e, berteka min jî li dijî vê ye. Ji 17ê Berfanbarê vir ve ji Beşiktaşê heta Bebekê polîs li nuqteyên cuda kontrolê dikin. Heta ev nuqteyên kontrolê duh derxistin 4a. Xebatkarên min bi xwe jî di van nuqteyên lêgerînê re derbas bûn û hatin. Li beramberî van hemû bergiriya ev êrîşa xayin pêk hat."

    Koçarslan piştî êrîşê di daxuyaniya xwe ya pêşîn de gotibû, "Bêşerefên ku ketin hundir, bi keleşan gule reşandine. Istixbarata Amerîkayê agahiya vî tiştî dabû me. Di nava hefteyekê, deh rojan de ewlekariya deryayî dinav de hemû tedbîr hatin standin. Piştra çi bû? Ev êrîş li ber çavan çêbû."

    Bi heman mijarî:

    HDPê ji bo êrîşa li Stenbolê daxuyanî belav kir
    Amerîkayê hişyarî da welatiyên li Stenbolê
    Piştî êrîşa li Stenbolê ji hikûmeta AKPê daxuyaniya ewil
    Li Stenbolê li hemberî clubekê êrîşa çekdarî: 35 kes mirin
    YEyê derbarê êrîşa li Stenbolê de daxuyanî da
    Etîketan:
    agahî, îstîxbarata Amerîkayê, şaş fêmkirin, gotin, Xwediyê cluba Reinayê, Mehmet Koçarslan, Amerîka, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de