10:42 26 Gulan 2018
İstanbul -Reina - saldırı

Di şahiya serê salê de xwîn hat rijandin: "Xebatên lêgerîna terorîst berdewam dikin"

© REUTERS / Osman Orsal
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê cluba navdar a şahiyê Reina, di destpêka sala nû de rastî êrîşê hat. Di êrîşê de 16 jê biyanî, bi tevahî 39 kesan jiyana xwe ji dest da, 4 jî jê bi giranî, bi tevahî 69 kes jî birîndar bû. Wezîrê Karên Hundir Soylu daxuyand ku êrîş ji aliyê kesekî ve hatiye kirin û ew jî ji cihê bûyerê reviyaye.

15.28 Kesê bi navê Ayhan Arik ê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest da hat binaxkirin.

Kesê bi navê Ayhan Arik ê ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da, hat binaxkirin.
© REUTERS / Osman Orsal
Kesê bi navê Ayhan Arik ê ku di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da, hat binaxkirin.

14.56 DÎMENÊN PÊŞÎN ÊN ÊRÎŞÊ

Ajansa DHAyê dîmenên pêşîn ên êrîşa li Stenbolê ku 39 kesan tê de jiyana xwe ji dest da, parve kir. Li gorî vê yekê êrîşkar di clubê de cil û bergên xwe guherand û paşê jî bi girseyê derket derve. Pisporan gotin ev yek dide nîşan ku êrîşkar berê li cihê bûyerê geriyaye û profestonel e.

14.41 YEK JI KESÊN KU DI ÊRÎŞÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA, WELATIYA ÎSRAÎLÊ YE

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê daxuyand ku yek ji kesên ku di êrîşa Reinayê de jiyana xwe ji dest da, welatiya Îsraîlê ye.

14.39 CIVÎNA EWLEHÎ YA LI STENBOLÊ BIDAWÎ BÛ

Civîna ku di bin serokatiya Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim de li Stenbolê di derbarê êrîşa terorê de hat lidarxistin, bi dawî bû.Civîna li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Dolmabahçeyê ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin û saetek û 40 deqe ajot.

Li pêş Reinaya ku bû hedefa êrîşa çekdarî qiranfîl hatin berdan.
© REUTERS / Umit Bektas
Li pêş Reinaya ku bû hedefa êrîşa çekdarî qiranfîl hatin berdan.

14.01 STOLTENBERG: JI BO SALA 2017an DESTPÊKEKE TRAJÎK

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di derbarê êrîşa li Stnebolê de li ser Twitterê peyamek weşand û tê de xemgîniya xwe ya ji ber bûyerê diyar kir. Stoltenberg got, "Sala 2017a, li Stenbolê destpêkeke trajîk. Dilê min bi qurbaniyên êrîşa li dijî mirovên ku sala nû pîrozkirin û gelê Tirk re ye.

13.55 ‘DI ÊRÎŞÊ DE 3 WELATIYÊN FRANSÎ BIRÎNDAR BÛN'

Li gorî AFPyê rayedarên Fransî daxuyandin ku di êrîşa li Reinayê de 3 welatiyên Fransî birîndar bûn.

13.45 ARTÊŞA TIRK: TÊKOŞÎNA ME WÊ BI HEMAN XÎRET Û BIRYARÊ BERDEWAM BIKE

Artê Tirk di derbarê êrîşê de daxuyaniyek belav kir. Daxuyanî wisa ye: "Em êrîşa terorê ya li Ortakaya Stenbolê pêk hat bi tundî şermezar dikin. Têkoşîna me ya dijterorê wê bi heman xîret û biryarê berdewam bike."

13.42 HOLLANDE: FRANSA WÊ LIGEL HEVKARÊN XWE TÊKOŞÎNA XWE YA LI DIJÎ VÊ BELAYÊ BERDEWAM BIKE

Serokomarê Fransayê François Hollande êrîşa li Stenbolê bi awayekî tundî şermezar kir. Hollande di daxuyaniya xwe niviskî de hat gotin, "Ez êrîşa li Stenbolê li dijî şeva serê salê pêk hat û di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi tundî şermezar dikim. Fransa li hemberî vê bûyerê li pişta Tirkiyeyê ye û wê ligel hevkarên xwe têkoşîna xw ey ali dijî vê belayê berdewam bike."

13.34 SEROKOMARÊ ÎSRAÎLÊ RIVLIN BI TIRKÎ PEYAMA SERSAXIYÊ BELAV KIR

Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin êrîşa terorê ya li Stenbolê şermezar kir. Rivlin li ser hesabê xwe yê Twitterê bi Tirkî û Îngilizî peyamek belşlav kir û di wê peyamê de got, "Dilê me bi gelê Tirk re ye. Ev êrîş li dijî öriovahiyê hatiye pêkanîn. Diayên me, bi xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dan û birîndaran re ye."

​Balyozê Îsraîlê yê Enqereyê Eitan Naeh jî di derbarê êrîşa terorê ya li Stenbolê de li ser medyaya civakî bi Tirkî got, "Ez êrîşa terorê ya li Stenbolê bi tundî şermezar dikim û sersaxiyê dixwazim. Di sala nû de bi heman bi biryarê: Teror wê qet bi sernekeve."

13.30 JOHNSON: EM MIL BI MIL PIŞTGIRIYÊ DIDIN HEVALBENDÊN XWE YÊN TIRK

Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê Boris Johnson di daxuyaniya li ser Twitterê de got, "Piştî êrîşa terorê ya li Stenbolê li dijî clubeke şahiyê hat lidarxistin, em bi fikrên xwe ligel Tirkiyeyê ne. Em mil didin milê hevalbendên xwe yên Tirk."

13.24 WEZÎRÊ KARÊN DERVE YA YÛNAN, ÊRÎŞA LI REINAYÊ ŞERMEZAR KIR

Yûnanîstan êrîşa terorê ya li Stnebolê şermezar kir. Wezareta Karên Derve di daxuyaniya xwe ya niviskî de got, "Em êrîşa li Stenbolê li dijî clubeke şahiyê hat lidarxistin û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dets dan şermezar dikin. Em piştgiriya xwe ji bo gelê Tirk radigihînin, ji bo malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndaran şifayê dixwazin."

12.52 ÇAVUŞOĞLU: ARMANCA TERORÊ YEKÎTIYA ME YE

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuoglu li ser hesabê Twitterê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de ji bo kesên di êrîşa li Stenbolê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û got, "Armanca terorê yekîtiya me ye."

12.38 'DI DEMA ÊRÎŞÊ DE LI REINAyê TU WELATIYÊN RÛSYAYÊ TUNE BÛN'

Rayedarekî Serkonsolxaneya Rûsya ya li Stenbolê ji bo RIA Novostiyê axivî û got li gorî zanyariyên pêşîn di dema êrîşê de li Reinayê tu welatiyên Rûsî tune bûn. Rayedar da zanîn ku ew di derbarê vê mijarê de ji emniyeta Tirk agahiyên fermî dipên.

12.33 Lûtkeya ewlehî ya di bin serokatiya Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim de destpê kir.

12.20 KILIÇDAROĞLU: RÊXISTINÊN TERORÊ WÊ NEGIHÊJIN ARMANCA XWE

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di derbarê êrîşa li Stenbolê de daxuyaniyeke niviskî belav kir û di daxuyaniyê de got, "Rêxistinên terorê yên ku rasterast êrîşê jiyana me ya rojane dikin û dixwazin bawerî û hezkirina me ya ji bo welatê me bidin kêmkirin wê negihêjin armanca xwe. Em ê bi piştgiriya xwe ya civakî, bi demokrasiya xwe û hişê laîk van rêxistinên terorê tune bikin."

12.10 WEZARETA KARÊN DERVE YA ÎSRAÎLÊ: WELATIYEKE ME BIRÎNDAR BÛ, JI WELATIYEKE ME JÎ AGAHÎ NAYÊ GIRTIN

Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ji bo AFPyê daxuyandin ku welatiyeke Îsraîlê jî di êrîşa Reinayê de birîndar bûye û gotin: "Jineke Îsarîlî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê lê metirsiya wê ya jiyanê tune ye. Ji welatiyeke me ya jin jî, ku di dema êrîşê de li clubê bû, agahî nayê girtin."

11.56 LI STENBOLÊ DI BIN SEROKATIYA YILDIRIM DE LÛTKEYA EWLEHIYÊ DESTPÊ KIR

Hat diyar kirin ku di derbarê êrîşa li Steonbolê de wê di bin serokatiya Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim de civîn were lidarxistin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên serokwezîriyê hatine girtin civîn wê saet di 12.30yî de li Ofîsa Dolmabahçe ya Serokwezîriyê were lidarxistin. Tê payîn ku Cîgirê Serokwezîr Numan Kurtulmuş, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag, Parêzgarê Stenbolê Vasip Şahin û Midurê Ewlehî yê Stenbolê Mustafa Çalişkan beşdarî civînê bibin.

11.52 DAXUYANIYA PÊŞÎN A ERDOGAN

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan daxuyaniya pêşîn da. Erdogan di daxuyaniya xwe de got, "Ez vê êrîşa terorê bi tundî şermezar dikim. Em ê rê nedin lîstikên wisa qirêj. Em bi biryar in ku çavkaniya gef û êrîşên li dijî welatê xwe tune bikin."

11.24 KURTULMUŞ: EM NIHA NIKARIN BIBÊJIN ‘EV RÊXSTIN E'

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji bo NTVyê got êrîş ji aliyê kesekî ve hatiye kirin. Kurtulmuş ev tişt gotin:

"Şop hene lê em niha nikarin bibêjin vê rêxistinê kiriye. Êrîş ji aliyê kesekî ve hatiye kirin. Dibe ku li paş an jî li derdora wî kesên piştgiriya wî kiribin, hebin. Hatin terorîst ji bo cih, beriya hatina wî û peywendiyên wî tên lêkolînkirin. Ger ku peywendiyên wî hebin, kî ne, çi ne wê derdkeve holê. Bi vê êrîşa terorê dixwazin bibêjin ‘di sala 2017a de jî em bibin bela serê we'… Dibe ku hinek bixwazin di ser têxistinên terorê re peyaman bidin."

Kurtulmuş her wiha anî ziman ku divê gel jiyana xwe ya rojane bidomîne.

11.20 Xizmên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, li ber Desteya Tib a Edliyê dipên. Tîmên polîsan li Desteya Tib a Edliyê û derdora wê bergirî girtin.

Desteya Tib a Edlî
© Foto : atk.gov.tr
Desteya Tib a Edlî

11.10 ALIYEV: EM JI BER ÊRÎŞA LI DIJÎ SIVÎLAN GELEKÎ BI HÊRS IN

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ji bo kesên di êrîşa terorê ya li Stnebolê de jiyana xwe ji dest dan peymaeke sersaxiyê ji Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re şand. Aliyev di peyama xwe ya li ser malpera Serokomariya Azerbaycanê de diyar kir ku nûçeya êrîşa ku li cluba şahiyê li dijî kesên ji bo pîrozbahiya serê salê kombûn pêk hat, em gelekî xemgîn kiriye.

Aliyev di peyama xwe de got, "Em ji ber vê êrîşa li dijî sivîlan gelekî bi hêrs in. Em her tim piştgiriyê didin têkoşîna bibiryar û berdewamî ya li dijî terorê. Ez li ser navê gelê Azerbaycanê ji gelê Tirk, malbat û xizmên kesên ku jiyan xwe ji dest dane re sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şifayê dixwazim."

10.28 ÎRANÊ ÊRÎŞA TERORÊ YA LI STENBOLÊ ŞERMEZAR KIR

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir ku ew êrîşa terorê ya li Ortakoyê hatiye pêkanîn, bi tundî şermezar dikin. Qasimî her wiha ji ber êrîşê sersaxî ji bo gel û hikumeta Tirkiyeyê û ji bo xizmên ku jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest.

09.50 GORMEZ: QETLÎAM HA LI PERESTGEHEKÊ BÛYE HA LI CIHÊ ŞAHIYÊ BÛYE, TU CUDAHÎ TUNE YE

Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez li ser hesabê xwe yê Twitterê di derbarê êrîşa li Stenbolê li dijî cluba şahiyê ya li Ortakoyê pêk hat de daxuyaniyek da.

Gormez ev tişt gotin:

"Ev êrîşa ku di saetên pêşîn ên sala nû de li dijî mirovên destvala pêk hat miletê me gelekî xemgîn kiriye. Ev hovitî ye, cinayet û qetlîam e.

Ev qetlîama li dijmirovahiyê pêk hatiye, ha li bazar û perestgehekê bûye ha li cihê şahiye bûye, hîç cudahiya wan tune ye. Armanca terorîstan ne cih in, mirov in, welat e, milet e, mriovahî ye. Teror ji ku, ji kê û li dijî kê were bila were, qet nayê qebûlkirin."

08.40 SOYLU: 39 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA, 4 JÊ BI GIRANÎ 69 KES JÎ Lİ NEXWEŞXANEYAN IN

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu li Balafirgeha Ataturkê ligel Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Recep Akdag, Parêzgarê Stenbolê Vasip Şahin û Midurê Ewlehiyê Mustafa Çalişkan di derbarê êrîşa terorê de daxuyanî da.

Soylu ev tişt gotin: "Li gorî agahiyên kum e girtine 39 kesan jiyana xwe ji dest daye. Nasnameya 21 kesên ji wan diyar e. Xebatên tespîtkirina nasnameya 18 kesên din berdewam dikin. 16 ji wan welatiyên biyanî ne, 5 kes jî welatiyên Komara Tirkiyeyê ye. Di derbarê yên nasnameyên wan nehatiye diyarkirin, em nikarin nirxandinekê bikin."

Soylu wiha berdewam kir: "Niha 69 kes li nexweşxaneyan tên tedawîkirin. Ji me re hat ragihandin ku birîna 4 kesên ji wan giran e. Bêguman em bi êrîşeke terorê re rûbirû ne. Xebatên lêgerîna terorîst berdewam dikin. Emniyetê dest bi operasyonan kir."

05.35 BOZDAG: TÊKOŞÎNA TIRKIYEYÊ YA LI DIJÎ TERORÊ WÊ QELS NEBE

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag piştî êrîşa li Stenbolê, ku di encamê de yek jê polîs bi tevahî 35 kesan jiyana xwe ji dest da, li ser twitterê daxuyanî da û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan sersaxî û ji bo birîndaran jî şifa xwest.

​Bodag ev tişt anîn ziman: "Ez terorîstê ku li Stenbolê ev êrîşa terorê pêk aniye, kesên fermana vê êrîşê dane û alîkariya êrîşê kirine lanet dikim. Ev êrîşeke terorê ye kul i dijî Tirkiyeyê, li dijî aramî, yekîtî û biratiya me hatiye kirin. Wê nikaribe têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî terorê qels bike. Tirkiye wek berê, wê ji îro pê ve jî bi awayekî çalak û bibiryar têkoşîna xwe ya li dijî terorê bidomîne, wê terorê biqedîne."

Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de