12:26 25 Mijdar 2017
Zindî
    Stenbol - Reina- êrîşa çekdarî

    Piştî êrîşa li Stenbolê ji hikûmeta AKPê daxuyaniya ewil

    © REUTERS/ İsmail Coşkun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Wezîrê Ragihandinê yê hikûmeta AKPê Ahmet Arslan piştî êrîşa li Stenbolê got ku wê têkoşîna gelemper a li dij terorê berdewam bike.

    Wezîrê Ragihandinê yê Tirkiyê li Enqereyê derbarê êrîşa li Stenbolê de axivî. Arslan diyar kir ku yek jê polîs 35 welatiyan jiyana xwe di encama êrîşeke terorê de ji dest dane û wiha got: "Me xwest ku bi awayê pîrozbahiyê, rojê biqedînin, lê mixabin nîvê şevê li Stenbolê bûyera terorê, rûyê bixwîn ê terorê, rûyê bê heysiyet û bê şeref careke din rê da. Yek jê polîsekî me yê şehît di nav de 35 can kuştin, nêzîkî 40 birîndar hene. Herçiqas ku derbarê birîndaran de zanyariyeke bi detay nîne jî, ji bilî lanetkirina kuştina 35 canan em nikarin tiştekî bibêjin."

    Aslan diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya dij terorê berdewam bikin.

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê Tirkiyê derbarê êrîşê de agahî wergirt
    YEyê derbarê êrîşa li Stenbolê de daxuyanî da
    Etîketan:
    êrîş, Wezareta Ragihandinê ya Tirkiyê, Ahmet Arslan, Ortakoy, Enqere, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de