14:01 24 Mijdar 2017
Zindî
    Akademîya Ehmedê Xanî hat mohrkirin

    Akademîya Ehmedê Xanî hat mohrkirin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15011

    Komele û dezgehên ku di çarçoveya Biryarên di Hukmê Qanûnê (KHK) de hatine girtin, deriyê wan ji aliyê tîmên Wezareta Darayî ve têne mohrkirin. Îro piştî mohrkirina deriyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li Amedê jî deriyê çend komeleyan hat mohrkirin ku yek ji wan Akademiya Ehmedê Xanî ye.

    Deriyê Akademiya Ehmedê Xanî ku li taxa Huzurevler a Amedê xebatên xwe didomand, ji aliyên tîmên girêdayî Wezareta Darayî ve hat mohrkirin.

    Hêjayî bibîrxistinê ye bi Biryarên Hukmê Qanûnê (KHK) ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ve biryara girtina 94 komele û dezgehên sivîl hatibû standin.

    Îro sibehê deriyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ku ji sala 1992yan ve vekirî ye hatibû mohrkirin.

    Herwiha hat ragihandin ku deriyê Roboskî-Der a li Amedê jî hatiye mohrkirin.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu li ser beşdariya PYD/YPG'ê bo civînên Astanayê axivî
    Fermandarê Iraqî: Deriyê Rojhilatê Mûsilê bi temamî hatiye girtin
    Kazakîstan: Civînên Astanayê girêdayî rêkûpêkiya agirbestê ye
    Di sala 2016an de, rewşa bazara pirtûkên kurdî li Tirkiyeyê û bajarên kurdan
    Amerîkayê aşpêjekî Rûsî jî dersînor kir
    Etîketan:
    Akademîya Ehmedê Xanî, Biryarên di hukmê qanûnê de, KhK, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de