05:54 21 Mijdar 2017
Zindî
    Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu li ser beşdariya PYD/YPG'ê bo civînên Astanayê axivî

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 18704

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser pirseke rojnamevanan a ser beşdarbûna PYDê li civînên Astanayê got, ‘Heger li demên pêş çekan deyne, li şûna kantonên terorê piştevaniya yekîtiya milî ya Sûriyê û yek parçebûna erda wê bike, dê ew jî di nav rêvebiriyeke berfireh de di nav aramiyê de bijîn.’

    Wezîrê Tirkiyê di serdana xwe navçeya Alanya ya bajarê Antalyayê de li pirsên rojanemevanan ên ji bo agirbesta Sûriyê û civînên ku tê pêşbînikirin li Astanayê pêk werin axivî.

    Çavuşoglu li ser beşdarbûna welatên din di prosesa hevdîtinên Astanayê de diyar kir, ew ji welatên li demên pêş bixwazin alîkariyê bidin re vekirî ne û heger Amerîka jî bixwaze beşdar bibe, ew ê pê kêfxweş bibin.

    'PÊWÎST NAKE YPG BEŞDARÎ CIVÎNÊN ASTANAYÊ BIBE'

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê li ser pirsa beşdarbûna PYDê di civînên Astanayê de, da zanîn ku ew ne li dijî kurdan in û îdia kir ‘Muxalefeta Sûriyê baş dizane ew PYD rêxistineke terorê ye'.

    Wezîrê tirk wiha domand: ‘Divê berî her tiştî terorê berdin. Em ji dostên xwe yên Rûsî re dibêjin ku pêwîstî bi beşdariya rêxistinên mîna YPGê yên terorê di civînên Astanayê de nîne.'

     

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Iraqî: Deriyê Rojhilatê Mûsilê bi temamî hatiye girtin
    Di sala 2016an de, rewşa bazara pirtûkên kurdî li Tirkiyeyê û bajarên kurdan
    Amerîkayê aşpêjekî Rûsî jî dersînor kir
    Bo pîrozbahiyên Noel û serê salê dê 15 hezar polês Moskowayê biparêzin
    Li bajarên kurda 368 sivîl hatin kuştin lê di dozan de ti pêşketin tuneye
    Etîketan:
    Civînên Astanayê, Sûriye, Tirkiye, YPG, PYD, Kurd, Sûriye, Tirkiye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de