04:51 19 Çile 2018
Zindî
    Leşkerên artêşa Iraqê

    Fermandarê Iraqî: Deriyê Rojhilatê Mûsilê bi temamî hatiye girtin

    © AFP 2018/ Ahmad al-Rubaye
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fermandarê Hêzên Dijî Terorê yê Iraqê Ebdulxenî Esedî ragihand ku di çend rojên pêş de dê tevahiya rojhilatê bajarê Mûsilê were kontrolkirin.

    Fermandarê Hêzên Dijî Terorê yê Iraqê Esedî ragihand; "Piştî ku taxên Qudisa Yek û Du hatine kontrolkirin, deriyên revê yên DAIŞê hatine girtin. Niha hêzên me ketine pey wan çekdaran ku xwe di nav taxan de veşartine."

    'HETA ÇEND ROJAN EM Ê BIGIHIN ÇEMÊ DÎCLEYÊ'

    Esedî di daxuyaniya xwe de ku da televizyona Rûdawê got, "Bi moraleke mezin hêzên me berê xwe dane taxa Kerameyê. Bi hêviya xwedê çend rojên pêş em ê bigihin ser çemê Dîcleyê."

    'LI ROJHILATÊ MÛSILÊ 2 HEZAR DAIŞ'Î HATIN KUŞTIN'

    Fermandarê Iraqî daxuyakirin ku heta niha tenê li eniya ew tê de ne (li rojhilatê Mûsilê) zêdetirî 2 hezar DAIŞî hatine kuştin ku di destpêka operasyonê de li gorî zanyariyan 5-6 hezar çekdarên wan li wir hebûn.

    Esedî diyar kir, her ku ew ne li dijî hêzeke nîzamî şer dikin jî şerê Mûsilê li gor hatiye plankirin dimeşe û tevgera DAIŞê ya şer wiha axivî: "Niha bi rêya beleman li ser rûbarê kelûpelan dibin tînin. Lê nikarin çek û alavên giran ên weke otomobîlên bombebarkirî veguhezin."

     

    Bi heman mijarî:

    Kazakîstan: Civînên Astanayê girêdayî rêkûpêkiya agirbestê ye
    Di sala 2016an de, rewşa bazara pirtûkên kurdî li Tirkiyeyê û bajarên kurdan
    Amerîkayê aşpêjekî Rûsî jî dersînor kir
    Bo pîrozbahiyên Noel û serê salê dê 15 hezar polês Moskowayê biparêzin
    Li bajarên kurda 368 sivîl hatin kuştin lê di dozan de ti pêşketin tuneye
    Etîketan:
    Hêza Dijî Terorê ya Iraqê, Şerê Mûsilê, Iraq, Rojhilata Navîn, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de