08:50 23 Çile 2018
Zindî
    Peykerê `Astana-Bayterek`

    Kazakîstan: Civînên Astanayê girêdayî rêkûpêkiya agirbestê ye

    © Sputnik/ Ekaterina Chesnokova
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve ya Kazakîstanê li ser civînên ku tê çaverêkirin li Astana ya paytext werin kirin diyar kir ku heger heger rêkûpêkiya agirbestê hebe dê hevdîtin pêk werin.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, ‘Wekî ku Serokomarê Kazakîstanê Nursultan Nazarbayev berê jî diyar kiribû, em dilxwaziya xwe ya ji bo civînên Asatanayê yên li ser Sûriyê eşkere dikin û piştrast dikin ku heger rêkûpêkiya agirbestê bidome dê ev pêkan be."

    'PEYMANA AGIRBESTÊ WÊ BIBE BINGEH JI ÇARESERIYÊ RE'

    Kazakîstanê di daxuyaniyê de kêfxweşiya xwe ya ji bo amadebûna aliyên beşdarên agirbestê ku bi garantoriya Rûsya û Tirkiyê tê meşandin anî ziman û hat gotin, ‘Pêymanên ku ji bo vê yekê hatine îmzekirin dibin bingeh ji çareseriya krîza Sûriyê re.'

    Herwiha Kazakîstanê hêvî kir ku rêkeftina agirbestê li gor biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya 2015an prosese çareseriya siyasî berdewam bike.

     

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    Di sala 2016an de, rewşa bazara pirtûkên kurdî li Tirkiyeyê û bajarên kurdan
    Amerîkayê aşpêjekî Rûsî jî dersînor kir
    Bo pîrozbahiyên Noel û serê salê dê 15 hezar polês Moskowayê biparêzin
    Li bajarên kurda 368 sivîl hatin kuştin lê di dozan de ti pêşketin tuneye
    Zaxarova: Partiya Demokratan bi toleyên ser Rûsyayê heyfa xwe ji Trump distîne
    Etîketan:
    Agirbesta Sûriyê, Civînên Astanayê, Kazakîstan, Sûriye, Kazakîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de