17:54 20 Çile 2018
Zindî
    Fûra pirtûkan a Stenbolê

    Di sala 2016an de, rewşa bazara pirtûkên kurdî li Tirkiyeyê û bajarên kurdan

    © Sputnik/ Ferit Demirel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 41

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer û aloziyên siyasî bandoreke neyênî li firotina pirtûkan li bajarên kurdan kiriye lê dîsa jî rêjeya firotinê zêde bûye. Herwiha di sala 2016an de 250-300 berhemên kurdî derketine ku 40% wan helbest in lê belê ji bilî pirtûka Janya ya Rênas Jiyan, pirtûkên helbestan gelekî kêm tên firotin.

    Du malperên firotina pirtûkên kurdî û yên têkilîdarî kurdan hene. Ya yekem malpera Pirtûka Kurdî ye ku ev du sal in, xebatên xwe berdewam dike û ya duyem jî Kurtçe Kitap e ku ev nêzîkî 7 mehan e, vê xebata xwe dike. Kordînatorê malpera Pirtûka Kurdî Bawer Berşev û kordînatorê Kurtçe Kitapê Ekrem Malbat ji Spûtnîk Kurdistanê re rewşa bazar, firotin û xwendina pirtûkên kurdî û yên têkilîdarî Kurdan ji Spûtnîk Kurdistanê re nirxand.

    35emîn Pêşangeha Pirtûkan li Stenbolê destpê kir
    © Foto: fb
    35emîn Pêşangeha Pirtûkan li Stenbolê destpê kir

    "XWENDINA PIRTÛKÊN KURDÎ LI KURDISTANÊ KÊM BÛYE Û LI TIRKIYEYÊ ZÊDE BÛYE"

    Berşev diyar dike ku li gel ku rewşa siyasî xerab bû û gelek bûyerên xeran çêbûbûn jî, lê dîsa rêjeya firotina pirtûkan bi giştî bi qasî 70% zêde bûye û yên kurdî bi taybetî jî bi qasî 40% zêde bûye lê dibêje li bajarên kurdan, rêjeya xwestina pirtûkan li gorî par daketiye nîvî û wiha pê dibêje: "2016 di nav bûyerên qirêj de derbas bû. Jixwe ev du sal in ku Pirtûka Kurdî jî çalak e. Li gorî sala borî, 70% zêde pirtûk hatine firotin lê ew ne giring e. Ya giring ew e bê kurdî çiqasî zêde bûye. Li gorî par, firotina pirtûkên kurdî jî zêde bûye. Ew jî bi qasî 40% zêde bûye lê belê tiştekî wiha heye, par 80% ji Kurdistanê dihat xwestin lê 60% ji bajarên Tirkiyeyê tên xwestin û 40% ji Kurdistanê û sedema vê jî rewş û mercên li Kurdistanê bû".

    Derbarê heman mijarê de, Malbat jî balê dikişîne ser rewşa siyasî û têkiliya wê bi xwendin û kirîna pirtûkan li ba kurdan û diyar dike ku têkilî di navbera rewşa xwendina kurdan û atmosfera siyasî de heye û wiha dibêje: "Daneyên weşanxane û çapxaneyan di destê me de tine ne lê belê wek malpera Kurtcekitap.com em dikarin behsa elaqe û baldariya xelkê bikin. Ev bûne 7 meh me dest pê kiriye. Rewş baş bû lê belê piştî ku ev aloziyên ji aliyê siyasî ve, mixabin, banodreke neyênî li ser kir û ev bi awayekî berbiçav hat dîtin. Wiha diyar e ku xwendina kurdan û atmosfera siyasî bi hev ve têkilîdar e. Vê jî hinek bandor li ser kir lê dîsa jî eleqe hîn heye."

    "JANYAYA RÊNAS JIYAN BI TENÊ KET NAV 25ÊN HERÎ TÊN FIRTON"

    Kordînatorê Pirtûka Kurdî diyar dike ku wan lîsteya 25 pirtûkên herî zêde tên firotin derxistine û bi piranî roman û çîrok tên firotin lê tenê yek pirtûka helbestan heye û ew jî ya Rênas Jiyan, Janya ye û wiha dibêje: "Me amar derxistin, 25 pirtûkên me hene yên ku herî zêde hatine firotin. Di nav van de yek helbest e û ew jî pirtûka Rênas Jiyan e ya Janya ye. Ji bilî wê hema eger ne tevahî bin jî, 90% roman û çîrok in û 10% jî pirtûkên dîrokê ne. Derbarê dîroka Kurdistanê de ne. Hinek jî pirtûkên perwerdehiyê hene. Ji bilî wê helbest û terorî gelekî kêm in. Jixwe pirtûkên teoriyê jî gelekî kêm in."

    35emîn Fuara Pirtûkan a Stenbolê
    © Sputnik/ Ferid Demirel
    35emîn Fuara Pirtûkan a Stenbolê

    Berşev li ser pirsyara bê gelo têkiliya desteserkirina Rênas Jiyan û firotina helbestên wî heye yan na, wiha dibêje: "(Desteserkirinê) bandor zêde li firotina pirtûka Rênas jiyan nekir…di nava salê de hema bibêje du-sê berhemên Rênas Jiyan derketin lê hemû baş dihatin firotin. Yek roman bû, yek li ser felsefeyê bû û yek jî helbestên kevin Anku di nava salê (bi giştî) rewşa Rênas Jiyan baş bû."

    "KURD DÎROKA XWE BI TIRKÎ DIXWÎNIN"

    Berovajî amarên Pirtûka Kurdî, Kordînatorê Kurtçe Kitapê diyar dike ku pirtûkên dîrokê yên bi tirkî hatine nivîsîn ji hemû pirtûkên din bêtir tên firotin û pirtûkên wêjeyê di rêza dawî de ne. Malbat rewşê wiha rave dike: "Pirtûkên herî zêde tên firotin, ên dîrokê ne lê ew jî yên bi zimanê tirkî ne. Anku yên li ser dîroka kurdan hatine nivîsîn, lê bi zimanê tirkî ji yên bi kurdî hatine nivîsîn bêtir tên firotin. Dûre jî pirtûkên zarokan in. Dûre yên ziman tên firotin. di dawiyê de jî yên wêjeyê tên firotin. Pirtûkên tirkî ji yên kurdî bêtir tên firotin. Ji ber heman pirtûk heye, him kurdiya wê û him jî tirkiya wê heye. Ya tirkî zêdetir tê firotin. Anku kurd hîn jî tarîxa xwe bi tirkî dixwînin."

    Malbat di berdewamiya axiftina xwe li ser pirtûkên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsîn wiha dibêje: "Di nav pirtûkên kurdî de, yên herî zêde hatine kirîn, çîrok in. Ew çîrok jî yên di asta destpêkê de ne. Wek em bibêjin di asta zarokên dibistanê de ne. Bi piranî ew in. Pirtûkên zarokan ên biwêne. Anku ewên nivîsên wan kurt û biwêne. Di hêla helbestê de jî, yên kevin bêtir tên xwendin. Yên klasîk bêtir tên xwendin."

    "MÊRDÎN DÎSA YA YEKEM E"

    Him Berşev û him Malbat diyar dikin ku di bajarên kurdan de, dîsa Mêrdîn ew bajar e yê ku herî zêde pirtûkan dixwaze lê li seranserê Tirkiyeyê Stenbol e. Berşev wiha dibêje: "Di nav bajarê Kurdistanê de, par jî Mêrdîn bû û îsal jî Mêrdîn e. Lê bi gelemperî û eger em Tirkiyeyê jî têxin nav, Stenbol e. Ji ber bajarekî mezin e û kurd jî lê pir in. Mêrdîn, Çewlik, Wan û Mûş û wiha berdewam dikin. Amed li gel ku bajarekî kurdî ye û mezin e jî lê dîsa di rêza şeşan de ye."

    2yemîn pêşangeha pirtûkan a Amedê dest pê kir
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    2yemîn pêşangeha pirtûkan a Amedê dest pê kir

    Ji aliyê din ve, Malbat jî hema hema lîsteyê bi heman awayî dide li gel cudahiya bajarê Wanê ku ketiye rêza sisiyan û wiha dibêje: "Li Kurdistana Tirkiyeyê, bajarê bêtir pirtûkan dixwaze, Mêrdîn e. Cizîr di destpêkê de baş bû lê dûre rawestiya û ji Wanê jî pirtûk tên xwestin. Ev her sê bajarên ez dibêjim, mirov dibîne ku kurdî li wan tê xwendin. Lê eger em ne li gorî nifûsê lê li gorî hejmara pirtûkan bihseibînin, Strenbol cihê herî zêde lê pirtûk hatine firotin".

    Pirtûk, pirtûkxane
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Pirtûk, pirtûkxane

    Malbat dibêje ku ihtimal heye, bandora beşên kurdolojiyê yên li van bajaran vebûne jî hebe ku pirtûk li Mêrdîn û Wanê zêdetir tên xwestin.

    "DERVEYÎ TIRKIYEYÊ, PIRTÛKÊN ZAROKAN ZÊDETIR TÊN XWESTIN"

    Derbarê pirtûkên ku ji derveyî Tirkiyeyê tên xwestin de, Berşev diyar dike ku pirtûk herî zêde ji Almanyayê tên xwestin û bi piranî yên kurdî û yên zarokan in û wiha dibêje: "Eger ji bo welatan daneyan bidim. Herî zêde Almanya (yên ji derve dixwazin jî, 90% pirtûkên kurdî dixwazin) û bi taybetî yên zarokan dixwazin anku 60% pirtûkên zarokan dixwazin. Çîrokên zarokan ên perwerdekirina zarokan, yên çîrokan û ferhengên biçûk in. Pirtûkên ji derve tên xwestin bi piranî yên zarokan in û li Tirkiyeyê jî wek min got, roman û çîrok bêtir tên xwestin."

    Malbat diyar dike ku meyleke kurdan heye ji bo zarokên xwe hînî kurdî bikin lê dibêje ev ne bi istiqrar e û sedema xwestina pirtûkên zarokan û bêistiqrariyê wiha vêdibêje: "Eger em van çend mehên dawî û rewşa siyasî tev lê nekin. Di kurdan de meyleke siyasî çêbûye û dixwazin zarokên wan bi kurdî bizanin, hîn bibin û şa bibin lê ew jî heta astekê ye anku hinek kesan pirtûk ji bo zarokên xwe xwestin lê dûre rawestiyan. Wan heta qederekê xwest lê ew kes li wir man."

    "WERGERA NAVBERA ZARAVAYAN BALÊ DIKIŞÎNE"

    Berşev diyar dike ku wergera ji zimanên biyanî bala xwînerên kurd nakişîne û ti pirtûka wergera biyanî neketiye nav lÎsteya wan a ku ji 25 pirtûkan pêk tê û wiha dibêje: "Me amar derxistin, 25 pirtûkên me hene yên ku herî zêde hatine firotin. Di nav wan de werger tine ne. Hemû yên nivîskarên kurd in. Lê yên ji kurdî wergerandine kurdî (di navbera zaravayan de) ji soranî wergerandine kurmancî. Wek mînak Apê min Cemşîd heye ku ew tenê ketiye nava rêzê de lê yên ji zimanên biyanî hatine wergerandin, neketine lîsteyê."

    Kordînatorê Kurtçe Kitapê jî wek yê Pirtûka Kurdî diyar dike ku wergera berhemên biyanî kêm tê xwendin lê dibêje ku meraqeke kêm heye bê ew berhem çawa hatine wergerandin.

    "KURDÊN TIRKIYEYÊ BI TIRKî, YÊN SÛRIYEYÊ BI KURDÎ DIXWÎNIN"

    Malbat diyar dike ku gelek bikirrên wan ji kurdên Rojava ne ku vê dawiyê koçberî Ewropayê bûne û wiha dibêje: "Bikirrên me yên di nava Tirkiyeyê de hene lê vê demê de ji wê zêdetir yên derve hene ku pirtûkan dixwazin. Kurdên Ewropayê. Di nav wan de jî beşekî mezin kurdên Sûriyeyê hene ku vê dawiyê çûne. Li Tirkiyeyê jî, di nav kurdên bakur de jî, ew di serî de baş bûn lê vê van bûyerên dawî bandor lê kir.
    Kordînatorê Kurtçe Kitapê destnîşan dike ku kurdên Rojava yên li Ewropayê pirtûkan bi kurdî dixwazin.

    Bi heman mijarî:

    Xelata Wêje ya Nobelê Bod Dylan bi dest xist
    Agahiyên wêje û weşangeriya bi kurdî di KurdîLitê de kom dibin
    WERGER JI WÊJEYA CÎHANÊ - Lê dayê, bê lê da û simbilê me şikênand...
    Rûsyayê xelata wêjeyê da Orhan Pamuk
    Demirtaş ji girtîgehê helbest şand: Tu jî keştiyên xwe bişewitîne...
    ''Havînê helbest û çîrok tên firotan, zivistanê roman.''
    Etîketan:
    wêjeya kurdî, pirtûk, Ekrem Malbat, Bawer Berşev, Wan, Mêrdîn, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de