20:36 26 Gulan 2018
Mariya Zaxarova

Zaxarova: Partiya Demokratan bi toleyên ser Rûsyayê heyfa xwe ji Trump distîne

© Sputnik /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got, ez difikirim ku rêvebiriya Amerîkayê ya Demokratan ku dest ji kar berdide bi sepandina toleyên ser Rûsyayê heyfa xwe Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump distînin.

Zaxarova li ser dersînoririna 35 dîplomatkarên Rûsî û girtina nûnertiyên Rûsyayê yên li New York û Marylandê ji aliyê rêvebiriya Barack Obama ve wiha axivî: "Heger em bi dirustî bibêjin, tîma Demokratan beriya ku erka wan bidawî were bi mehekê bi vê biryara xwe ya tewş diyar e ku dixwazin tolê ji serkeftina Trump bistînin."

'BLOKEKIRINA PÊWENDIYAN REWŞÊ BÊHTIR ALOZ DIKE'

Zaxarova li ser karkirina bi rêvebiriya Trump re jî ev daxuyanî da: "Helbet tiştên ku em ê bêbersiv nehêlin hene. Lê prensîba me ew e ku partnerê me çiqas zor be jî digel wî kar bikin. Blokekirina pêwendiyan dê pêwendiyan bêhtir aloz bike. Lewma jî em ê gotinên xwe yên berê dubare bikin: Em dikarin bi her kesî re kar bikin. Herwiha helbet em dihizirin ku pêwîst e em pêwendiyên Rûsya û Amerîkayê ku rêvebiriya niha xistiye rewşeke xerab ji vê rewşê derxin. Ji bo vê jî hemû şert û merc guncaw hene."

'EM AMADE NE BI TRUMP RE KAR BIKIN'

Zaxarova li dijî îdiayên ku Trump namzedê Rûsyayê ye derket û ew enformasyona li dijî Rûsyayê tê kirin wekî derew bi nav kir.

Zaxarova herwiha diyar kir, ew dikarin bi her rêvebiriyê re kar bikin û li benda hatina Trump a Qesra Spî ne ku ew amade ne bi wî re kar bikin.

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: Li Sûriyê lîstika qirêj bi dawî nebûye
Demirtaş û Yuksekdag peyama sersalê şandin
Rûsya: Em bi Sûriyeyê re têkiliyên di navbera parlamentoyan de pêş dixin
Pûtîn ji rêberên welatên Yekîtiya Sovyeta berê re peyama pîrozbahiyê şand
Li Dêrikê şewat: 2 mirî 2 jî birîndar
Etîketan:
Zaxarova, Amerîka, Rûsya, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de