10:04 20 Çile 2018
Zindî
    Hevserokên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag

    Demirtaş û Yuksekdag peyama sersalê şandin

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag ku niha di girtîgehê de peyama sersalê ya 2017an belav kirin.

    Di peyama ku li ser navê her du hevserokên HDPê hatiye belavkirin de, 2016 wek saleke dilsoj tê binavkirin û daxwaza berzkirina hêvîyan di sala 2017an de tê kirin.

    "Heger li ser van erdan hê jî xwîn dirije, diyar e ku ew nêrîna siyasî ya deshilatî neguheriye. Lê tiştekî din jî neguriye; ew jî hêviya têkoşîna aştî, wekhevî, edalet û demokrasiyê ye."

    'EV JI BO ME SERSALA HERÎ QELEBALIX E'

    Di peyamê de tê bibîrxistin ku ew sersasê di şertên girtîgehê de pêşwazî dikin û hat gotin, ‘Lê ev ji bo me sersala herî qelebalix e. Ji ber ku em dizanin dilê milyonan bi me re lêdide..'

    Di dawiya peyamê de, ji bo 2017an hêviya saleke têrhêvî ji bo hemû gelan, baweriyan, kedkaran, malnişînan, jinan û ciwanan hat xwestin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em bi Sûriyeyê re têkiliyên di navbera parlamentoyan de pêş dixin
    Pûtîn ji rêberên welatên Yekîtiya Sovyeta berê re peyama pîrozbahiyê şand
    Li Dêrikê şewat: 2 mirî 2 jî birîndar
    Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat girtin
    Di navbera Şervanên Xezaba Firatê û DAIŞê de şerekî dijwar diqewime
    Etîketan:
    peyama sersalê 2017, Hevserokên HDPê, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de