12:45 27 Gulan 2018
Enstîtuya kurdî ya Stenbolê

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hat girtin

© Foto : Facebook
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di çerçoveya Rewşa Awarte de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê ve hat girtin.

Serokê Enstituya Kurdî yê Stenbolê Sami Tan ji ajansa Sputnik Kurdistanê re ragihand ku bê agahiya me polêsan bişev keya birine û dere Enstîtuyê mor kirine û heta niha tu agahiyek fermî ji me re nehatiye dayîn. Herwiha Tan da zanîn ku li ser morê nivîsandine di çerçoveya Rewşa Awerte de hatiye girtin.

'ÊDÎ NAXWEZIN GELÊ KURD XEBATÊN XWE YÊ DEMOKRASIYÊ BIDOMÎNIN'

Tan derbarê morkirina Enstîtuyê de got: ‘Ev vê yekê dide nişandan ku êdî naxwazin gelê kurd di warê siyasî de xebatên xwe yê demokratik bidomîne. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di salên 90î bi pêşengiya wek Yaşar Kaya, Feqî Huseyîn Sagniç, Apê Musa, Ismail Beşikçi ve hat avakirin û xebatên xwe di demên dijwar de jî li gel hemû astengiyan dewam kir. Ev yek vê dide nişandan ku em di rewşek ji wan xirabtir dene.'

Serokê Enstîtuyê da zanîn ku bi xwe biryarê digrin û bi xwe pêk tînin, tu mafên qanûnî nadin te ku tu doz jî vekî. Me di rewşa herî dijwar de xebatên xwe meşand, em dê niha jî xebatên xwe bidomînin.

Bi heman mijarî:

Li Almanyayê, polêsan avêtin ser komele û malên kurdan
Di çarçoveya rewşa awarte de, xebatên 94 komeleyan li Tirkiyeyê hatin rawestandin
Li Dêrikê şewat: 2 mirî 2 jî birîndar
Di navbera Şervanên Xezaba Firatê û DAIŞê de şerekî dijwar diqewime
Etîketan:
morkirin, girtin, Sputnik Kurdistan, Sami Tan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de