14:29 26 Gulan 2018
Vladimîr Pûtîn û Barak Obama

Pisporên Amerîkî: Pûtîn hişt ku Obama bikeve şermeke mezin

© AFP 2018 / Jewel Samad
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Pisporên Amerîkî bersiva Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a ji bo sepandina toleyên Amerîkayê yên ser Rûsyayê wek birsiveke ‘Herî zêde Serokê Amerîkayê Barack Obama bixe şermê’ nirxandin.

Vladimîr Pûtîn li ser sepandina toleyên Amerîkayê û biryara dersînorkirina 35 dîplomatkarên Rûsî, bi bîr xistibû ku ew dê mafê xwe yê bersiva toleyan veşarî bihêlin û li gor polîtîkaya Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ku 20ê Rêbendanê dest bi kar dike diyar bikin.

PÛTÎN SERSALA OBAMA Û MALBATA WÎ PÎROZ KIR

Pûtîn daxwaz bang li zarokên dîplomatkarên Amerîkî yên li Rûsyayê kir ku serdana Dara Noelê ya li Kremlînê bikin û sersala Obama û malbata wî jî pîroz kir.

'RÛSAN KÊŞE ZÊDE MEZIN NEKIR'

Pisporê Rûsyayê û Avrasyayê yê Amerîkî Micheal Kofman ê ku li Wilson Centerê kar dike, li ser bersiva Pûtîn got, ‘Bi rastî jî ev bersiveke hertî ziyan da û Amerîka xist şermê bû.'

Kofman da zanîn ku rêvebiriya Obama û kongra Amerîkî ji ber ku dixwazin Trumpê ku 20ê Rêbendanê dest bi kar dike li hember Rûsyayê bixin zorê wisa tevdigerin û wiha axivî: "Lê belê Rûsan bi vê hemleya xwe ya dawî li şûna bersivên ku têne çaverêkirin, kêşe zêde mezin nekir."

'PÛTÎN HEWILDANÊN OBAMA VALA DERXIST'

Dîrektorê Projeya Xebatên Şerê Sar Mark Kramerê ku li Harvard Davîs Centerê kar dike jî li ser bersiva Pûtîn da zanîn ku hewildanê Obama vala derxistine û hiştiye ku ‘lawaz' xuya bike.

 

 

Bi heman mijarî:

Li 27 herêmên Colemergê 12 rojan qedexe hat ragihandin
Yekem wêneyê Demirtaş ê girtîgehê
'Fetîh el Şamê çend taxên Helebê bombardiman kir'
71 kes ji parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin
Sedema teqîna Stenbolê diyar bû
Etîketan:
Pisporên Amerîkî, Pûtîn bersiva Obama, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de