12:12 24 Çile 2018
Zindî
    Sosyal medya

    71 kes ji parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin

    © Flickr/ Jason Howie
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li 13 bajarên Tirkiyê ku navenda wê Mêrdîn bû operasyoneke hevdem li ser bikarhênerên medya civakî hat kirin ku bi hinceta propagandaya PKKê 71 kes hatin binçavkirin.

    Walîtiya Mêrdînê bi daxuyaniyekê ragihand ku 71 kesên bikarhênerên medya sosyal bi operasyoneke hevdem li 13 bajaran hatin binçavkirin.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber 'propagandaya PKKê, heqareta li serokomar û pesindana tawan û tawanbaran' di encama operasyonê de 71 kes hatine binçavkirin.

    Walîtiyê eşkere kir ku li Mêrdîn û navçeyên wê 31 kes, li Stenbolê 11, li Enqerê 3, li Îzmîrê 6, li Edenê 2, li Konyayê 2, li Rihayê 3, li Mêrsînê 1, li Çewlikê 1, li Wanê 1, li Sakarya 1, li Diyarbekirê 5 û li Batmanê jî 3 kes hatin binçavkirin.

    Di daxuyaniya walîtiyê de hat gotin ku ji bo selametiya dewletê û aramiya gel, tedbîrên bo bergiriya terorê bi biryardarî têne girtin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Trump bersiv da biryara Pûtîn: Min dizanî ku gelekî zîrek e
    Qedexeya li Geverê ji bo sersalê hat sererastkirin
    Çurkîn: Pêkhateyên Sûriyê li gor agirbestê tevdigerin
    Ahmet Şik ji propagandaya 3 rêxistinên cuda hat girtin
    Li Tirkiyê 100 serbaz ji FETOyê hatin girtin
    Etîketan:
    operasyon li 13 bajaran, 71 kes hatin binçavkirin, Sosyal Medya, Operasyon, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de