21:36 24 Mijdar 2017
Zindî
    Sergey Lavrov û Mevlut Çavuşoglu

    Lavrov û Çavuşoglu li ser agirbestê û civîna Astanayê peyivîn

    © Sputnik/ Eduard Pesov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi rêya telefonê li ser agirbesta Sûriyê axivîn.

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser agirbesta Sûriyê danûstandin hatiye kirin.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du wezîr, li hevdîtina 20ê Berfanbarê ya wezîrên karên derve û wezîrên parastinê yên her du welatan ku ji bo navbeynkariya agirbesta 29ê Berfanbarê danûstandin kiribûn, li ser birêveçûna agirbesta Sûriyê û hin babetên din axivîn.

    Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku daxwaz hatiye kirin hemû komên aliyên agirbestê li gor agirbestê tevbigerin û ji bo amadekariyên civîna Astanayê nêzîkatiyeke erênî nîşan bidin.

     

    Bi heman mijarî:

    Fetîh el Şam: Çareserî bi rêya leşkerî hilweşandina Sûriyê ye
    'Roja Zêrîn' li zarokên Kobaniyê pêdivîyên dibistanê belav kir
    'Rojhilatê Mûsilê li nêzîk azad dibe'
    MÎTê li Dîlokê operasyona DAIŞê kir: 18 kes hatin desteserkirin
    Tîma Trump a demkî li ser hevdîtina bi Pûtîn re daxuyanî da
    Etîketan:
    civîna Astanayê, agirbest, sûriye, Çavuşoglu, Lavrov, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de