14:48 21 Mijdar 2017
Zindî
    jinên êzidî

    Li Mûsilê 4 keçên êzidî hatin rizgarkirin

    © AP Photo/ Dalton Bennett
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3210

    Hat hînbûn ku îro 4 keçên êzidî yên di destê terorîstên DAIŞê hatin rizgarkirin.

    Wezîrê Çandiniyê yê Iraqê Felah Hesen daxuyand ku îro 3 keçên êzidî ku ji aliyê DAIŞê ve demek berê hatibûn revandin, li ser sînorê Neynewayê hatin rizgarkirin. Hêzên ewlekariyê her sê keçan, di nava çend saetan de radestî malbatên wan kirin. Parlementera êzidî ya Parlementoya Iraqê Vîyan Dexîl jî vê yekê li ser malpera xwe ya twitterê piştrast kir.

    ​Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, keçek din a êzidî jî li rojhilatê bajarê Mûsilê reviyaye û xwe avêtiye sînorê di bin kontrola hêzên Pêşmergeyan. Hat ragihandin ku hemû malbata keça êzidî di destê DAIŞê de ne û li hêviya rizgarkirinê ne.

    Li gorî agahiyên ofîsa karûbarên kesên revandinî li Duhokê, zêdetirî 3 hezar û 700 kesên kurdên êzidî hêj di destê terorîstên DAIŞê de mane, ku piraniya wan jin û zarok in.

    Bi heman mijarî:

    Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî Cejna Ezî ya kurdên êzidî pîroz kir
    Parlemana Fransayê ji bo êzidî û xirîstiyanan biryareke girîng stand
    6 êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
    9 jin û zarokên êzidî li Reqqayê hatin rizgarkirin
    DAIŞê bi komî zarokên êzidî sinet kirine
    Gelek êzidî li Mûsilê li bendî rizgarkirinê ne
    Etîketan:
    rizgarî, jinên êzidî, agahî, daiş, jvîyan dexîl, felah hesen, mûsil
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de