06:16 23 Gulan 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê navgînên bombebarkirî yên DAIŞê rûxandin

    Li Rojava wesayetek bombebarkirî hate bidesxistin

    © Sputnik/ Khaled Al-Khateb
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Hêzên Ewlekariya Leşkerî ya Rojava li Kobanê, Hasekê, Serêkaniyê û Qamişlo li dijî DAIŞê operasyoneke berfireh li dar xistin. Di encama operasyonê de bi dehan DAIŞî hatin girtin û di nav de wesayetek bombebarkirî û hejmarek zêde cebilxane hate bidestxistin.

    Hêzên Ewlehiya Leşkerî li ser agahiya ku wê êriş bêkirin, bi rojan şopandina teknîkî û fizîkî kirin û gelek zanyarî berhev kirin. Herwiha di çarçoveya agahiyên hatin komkirin, li Kobanê, Hasekê, Serêkaniyên û Qamişlo, operasyonek hemwext hate lidarxistin.

    LI HESEKÊ TERORÎSTEK Û GELEK AMÛRÊN LEŞKERÎ HATIN BIDETXISTIN

    Hêzên Ewlekariya Leşkerî di operasyona li bajarê Hesekê DAIŞiyê bi navê Ebû Beşar ku wek pisporê mayîn û bombeçêkirinê bû girtin. Piştî girtina Ebû Beşar operasyon hate firehkirin û kesên ji herêmê dibin destê DAIŞê de madeyên teqînan ji Ebû Beşar re tînin hatin girtin.

    Di cihê wan kesan de 32 mayîn, 30 funyê ku mayînê diteqîne, 3 êlegê xwekujî, 3 keleş, 27 cercurên keleşê, 3 rext, 5 bombeyên destan û wesayetek hatin desteserkirin.

    WESAYETEK BOMBEBARKIRÎ HATE GIRTIN

    Di encama li ser rêya Serêkaniyê û Hesekê wesayetek bombebarkirî hate girtin. Di wesayetê de xwekujê bi navê Feysel Abdulkerîn El-Hîlalî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Leşkerî hat girtin û wesayetek hat bêbandorkirin.

    LI QAMIŞLO 10 HUCRE HATIN BÊBANDORKIRIN

    Hêzên Ewlekariya Leşkerî ragihandin ku li Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs hucreyên ku dixwestin bi mayîn û bombeyên ku amade kirine êrişan pêk bînin hatin girtin. Hesen Mihemed Hisên yê bi berpirsê îstîhbarata DAIŞê Ebû Welîd re dixebitî jî ji aliyê Hêzên Ewlekariyê ve hat şopandin. Di encama vê şopandinê de li Qamişlo, Tirbêspiyê û Til Hemîs 10 hucrêyên DAIŞê yên razayî hatin girtin.

    Di vê operasyona ji aliyê Hêzên Ewlekariya Leşkerî de hatibû destpêkirin de, 16 terorîstên DAIŞê û serkirdeyekî bi navê Hesen Muhammed Husin hatin girtin. Bi wan re 9 mayînên ku bi kontrol tên teqandin, 3 mayînên miknatîsî, 11 funyê hesas, 35  funyê ceyranê, 3 mifteyên teqîna mayînan, 1 dûrbîn, 3 êlekê xwekujî, bêtêlek û hin tiştin din hatin dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Navê Rojava ji birêveberiya xweser hat derxistin
    Rewşenbîrên Rojava, dê Rojava wek navekî taybet di xebatên xwe de bi kar bînin
    Li sînorê Rojava 3 xort hatin kuştin
    Gundeki rojava rizgar bû û 38 DAIŞî hatin kuştin
    Xirîstiyanên Rojava îsal jî Noelê pîroz nakin
    Etîketan:
    şopnadina fizîkî, hemwext, berfireh, daiş, şer, bombebarkirî, Hêzên Ewlehiya Leşkerî, qamişlo, serêkaniyê, hesekê, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de