07:33 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hevserokê PYDê Salih Muslim

    Salih Muslim: Rawestandina şer, ne di nav armancên hinek hêzan de ye

    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 149 0 0

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Salih Muslim diyar kir ku ti kesî ew venexwendine civînên Astanayê û got ku agirbesta li Sûriyeyê dest pê kiriye, dê bi ser nekeve. Muslim derbarê stendina Helebê ji ASAyê de got, “ Tirkiyeyê îxanet li hevparên xwe kir”.

    Hikmet Durgun

    Hevserokê PYDya ya ku li bakurê Sûriyeyê gelekî xurt e, Salih Muslim derbarê agirbesta Sûriyeyê û hevdîtinên Sûriyeyê yên paytexta Qazaxistanê, Astanayê dê werin lidarxistin bersiva pirsên Spûtnîkê da.

    Li Sûriyeyê agirbest hat ragihandin, gelo ji bo vê agirbestê, ti guftûgo bi PYDê re pêk hatin?

    Ji bo agirbesta ku li Sûriyeyê pêk hatiye, ti kesî pêwendî bi PYDê re dananiye. Herwiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk hene ku li qadê ne û şer dikin, lê belê ti kesî pêwendî bi wan re jî dananiye û daxwaza agirbestê jî ji wan nekiriye. Agirbes di navbera du aliyan de pêk hat. Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de pêk hat. Hinek hêzên şer dikin û agirbestê pêk tînin, bi hinek hêzan ve girêdayî ne. Anku hinek hêz hene bi Tirkiyeyê ve girêdayî ne û hinek hêz hene bi Rûsyayê ve girêdayî ne. HSD ne bi Rûsyayê ve û ne jî bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Belkî ji ber vê sedemê daxwaza agirbestê ji HSDê nehat kirin.

    "Di nerîna we de, agirbesta ku duh li Sûriyeyê dest pê kir, dê bi ser keve?

    Ez texmîn nakim ku agirbesta duh li Sûriyeyê dest pê kiriye, bi ser keve. Ez bawer nakim ku ev agirbest bi ser keve û bigihêje armanca xwestî. Ji ber gelek rêxistinan agirbest nepejirand. Heta niha, Cebhet Fetih El-Şam, Nûredîn El-Zengî û Ehrar El-Şam peymana agribestê îmze nekiriye. Wan agirbest qebûl nekiriye. Çi aliyê bi Tirkiyeyê ve girêdayî be, ew dê vê agirbestê bipejirîne û ew dê li gorî agirbestê tevbigere. Rêxistinên fermanên Tirkiyeyê napejirînin, dê agirbestê nepejirînin. Bi vê agirbestê dê derkeve holê bê kî bi Tirkiyeyê re ye û kî ne pê re ye. Ew ê diyar bibe.

    ASA vê carê dilxwazê agirbestê bû, gelo têkçûna Helebê bandor tê de hebû?

    Ew ASAya ku hûn behsa wê dikin, ew e ya girêdayî Tirkiyeyê ye. Siyaseta Tirkiyeyê, agirbest guncav dît, ASAyê agirbest xwest. ASA li gorî talîmatên Tirkiyeyê tevdigere. Tirkiye çi bibêje, wê dike. Tirkiye jî neçar ma, loma agirbest xwest.

    Rûsya û Tirkiye di vê agirbestê de bibandor bûn. Çima Amerîka, Qeter û Erebistana Siûdî di vê agirbestê de bêbandor man?

    Îro her kes dixwaze li Sûriyeyê agirbest pêk were. Em jî dixwazin agirbest çêbibe. Em dixwazin ev xwîn raweste. Em dixwazin jiyana dîsa asayî bibe. Helbest armancên hêzên li erdê şer dikin jî hene. Em dinerin, rawestandina şer, ne di nav armancên hinek hêzên şerker de ye. Rawestandina şerî, bi armancên wan hêzan re li hev nake. Fikira min ew e ku şer dê demekê raweste û dûre dîsa dê dest pê bike. Ji ber lîstikên mezin hene. Erebistan Siûdî û Qeter niha li agirbestê dinerin. Dixwazin armancê bibînin.

    Şirove tên kirin ku Tirkiyeyê Heleb firotiye, hûn çi li ser vê mijarê dibêjin?

    Na. Heleb ne ya Tirkiyeyê bû ku wê bifiroşe. Tirkiyeyê îxanet li hevparên xwe kir. Tirkiyeyê dît ku ew ê bêtir zerarê bike, lewra hêzên ASAyê yên li Helebê bi tenê hiştin.

    Gelo PYDê ji bo hevdîtinên aştiya Sûriyeyê yên Astanayê hat vexwendin?

    Hîn ti kesî em ji bo hevdîtinên Astanayê venexwendin. Kesî bangî me nekiriye. Berî niha Astana 1 û 2 çêbûbû. Em jî tev li Astana 1 û Astana 2yê bûbûn. Em nizanin bê ev hevdîtinên Astanayê, berdewamiya yên berê ne yan nû ne. Belkî hevdîtinên Astanayê yên 20ê Rêbendanê, nû ne. Eger berdewamiya yên berê bin. Jixwe me di wan de cih girtibû.

     

    Bi heman mijarî:

    Asayîşa Rojava: Di sala 2016an de 45 teqîn pêk hatine
    Navê Rojava ji birêveberiya xweser hat derxistin
    Rewşenbîrên Rojava, dê Rojava wek navekî taybet di xebatên xwe de bi kar bînin
    Li sînorê Rojava 3 xort hatin kuştin
    Gundeki rojava rizgar bû û 38 DAIŞî hatin kuştin
    Xirîstiyanên Rojava îsal jî Noelê pîroz nakin
    Etîketan:
    Nûredîn El-Zengî, ASA, Cebhet Fetih El-Şam, HSD, Ehrar El-Şam, PYD, Qeter, Tirkiye, Amerîka, Erebistana Siûdî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de