07:27 26 Gulan 2018
Kongreya Demokratît a Gelan

HDKê daxuyaniyên Wezareta Tirk derewandin

© Sputnik/ Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ya ku tê de dihat gotin ku 5 rêveberên payebilind ên PKKê hatine girtin, derewand.

Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê îro daxuyandibûn ku li Amed, Antalya û Rihayê 5 rêveberên payebilind ên PKKê hatine desteserkirin.

Li ser van agahiyên ku di çapemeniyê de cih girtin, HDKê li ser hesabê xwe yê twitterê bi daxuyaniyekê ev agahî derewandin. HDKê diyar kir ku yek ji wan kesên desteserkirî yê bi navê B.A. endamê meclîsa wan a giştî Bayram Altun e û got:

"Endamê me yê berê yê Desteya Rêveberiyê û endamê me yê nû yê Meclîsa Giştî Bayram Altun duh li Antalyayê bi awayekî derhiqûqî hat desteserkirin. Hevalê me yê bêyî tu daxuyanî were dayîn, hat desteserkirin îro ji aliyê medyaya alîgir bi sûcên dûrê rastiyê tê sûcdar kirin. Bayram Altun endamê Meclîsa Giştî ya HDKê ye. Nûçeyên ku medyaya alîgir belavkiriye rastiyê nîşan nade. Divê hevalê me tavilê serbest were berdan."

Etîketan:
derewandin, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê, Bayram Altun, Antalya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de