19:54 23 Mijdar 2017
Zindî
    Binçavkirin - Girtin

    Wezareta Tirk: 5 rêveberên payebilind ên PKKê hatin girtin

    © Sputnik/ / Vitaliy Ankov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 58 0 0

    Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê daxuyand ku 5 rêveberên payebilind ên PKKê hatine girtin.

    Li gorî agahiyên rayedar ên Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê tîmên polîsan di operasyonên li tevahiya Tirkiyê û bajarên kurdan de 5 kesên ji rêveberiya payebilind a KCKê hatine girtin. Hat diyarkirin ku ji wan 5 kesan, kesên bi navê H.A. (34), S.A. (35) û M.O. (41) li Amedê, kesê bi navê B.A. (42) li Antalyayê û kesê bi navê E.A. (45) jî li Rihayê hatine desteserkirin.

    Li gorî wan agahiyan hat gotin ku H.A yek ji berdevkên KCKê ye û berê li Qamişloyê di berpirsyariya ANHAyê de cih girtiye, S.A. di nava berdevkên qadê yên KCKê de cih girtiye, di meha nîsanê de ji bo hevdîtina ligel rêveberên PKKê çûye Qnedîlê, di 13ê Mijdarê de bi balafirê ji Amedê çûye Hewlêrê û di 18ê Mijdarê jî ji deriyê sînor ê Xabûrê derbasî Tirkiyeyê bûye û E.A. jî berpirsyarê KCKê yê Amedê ye û di meha adarê de ji bo hevdîtinê çûye Qendîlê.

    Bi heman mijarî:

    KCKê banga seferberî û berxwedanê kir
    KCKê ji bo operasyona Mûsilê got: Em dixwazin roleke çalak bilîzin
    KCKê bang li gelê Kurd û Cîhanê kir
    Hevseroka KCKê Hozat:'Em ê çalakiyên xwe zêde bikin'
    Doza KCKê a Stenbolê hate bipaşxistin
    Etîketan:
    girtin, rêveber, payebilind, KCK, PKK, Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê, Tirkiye, Qamişlo, Hewlêr, Antalya, Riha, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de