15:09 21 Mijdar 2017
Zindî
    ئالایا ئێرانێ

    Almanyayê ji Îranê xwest ku girtiyên siyasî berde

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2311

    Wezareta Derve ya Almanyayê ji Îranê xwest ku girtiyên siyasî berde û hişyarî ji bo çar çalakvanên siyasî da ku ketine grêva birçîbûnê û rewşa wan a tenduristî xerab e.

    Berpirsyara Beşê Mafên Mirovan û Alîkariya Mirovî ya Wezareta Derve ya Almanyayê Berbel Koferê nîgeraniya xwe nîşan da ji bo wan girtiyên siyasî yên ku ketine grêva birçîbûnê û rewşa wan a tenduristî û xwest ku Îran rêzê ji mafên mirovan re bigire û girtiyên siyasî berde.

    Koferê wiha got: "Divê girtiyên siyasî yên ketine girêva birçîbûnê bên berdan ji ber guh li qanûn û mafên mirovan nehatiye kirin".

    Ji aliyê din ve, çalakvanên siyasî nameyeke vekirî ji Birêveberê Şoreşa Îranê Elî Xamneyî re şand û wan tê de diyar kir ku berpirsyariya jiyana girtiyan di stûyê wî de ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Em ê belavoka hevbeş a me û Îran û Tirkiyê îmze kir pêşkêşî DENYê bikin
    Almanya: Em ji plana agirbestê ya Rûsya, Îran û Tirkiyê kêfxweş dibin
    Îran: Di mijara Sûriyê de em ti carî bi DYAyê re hevkariyê nakin
    Kalin: Tirkiye, Rûsya û Îran dibin garantorên Sûriyê
    'Îran li Herêma Kurdistanê Borsayê vedike'
    Ryabkov: ‘Di hevdîtinên bi Îran û Tirkiyeyê re pêşeroja Esad nehat nîqaşkirin
    Etîketan:
    Elî Xamneyî, Berbel Kofer, Almanya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de