14:56 21 Mijdar 2017
Zindî
    Hevserokê PYD Salih Muslim

    PYD: Ji me nehat xwestin ku em beşdarî agirbestê bibin

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13511

    Hevserokê PYDê Salih Muslim diyar kir ku ji bo beşdarbûna agirbesta Sûriyê ti vexwendinek bo wan nehatiye.

    Muslim ji Spûtnîkê re daxuyakirin ku ew nexistine nav agirbestê û got, "Ti kesî ji me nexwestiye em beşdarî agirbestê bibin, ji ber ku welatên herêmê hebûna neteweya Kurd red dikin."

    Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn 29ê Berfanbarê ragihandibû ku bi garantoriya Rûsya, Îran û Tirkiyê hikûmeta Sûriyê û muxalefetê li ser agirbestê li hev kirine.

    Arteşa Sûriyê jî bi daxuyaniyekê ragihandibû, dê agirbest li derengiya şevê dest pê bike.
    Herwiha hatibû ragihandin ku dê DAIŞ û Cehpeya El Fetîh di agirbestê de cî negirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Stulskiy: Biryara Amerîkayê 'paranoya' ye
    Kremlîn: Dê Pûtin biryara bersiva toleyên Amerîkayê yên ser Rûsyayê bide
    Rûsya: Rêvebiriya Amerîkayê li ber sikratê ye
    Êrîşên ser balyozxaneya Şamê ya Rûsyayê didomin
    Obama: Em ê li ser Rûsyayê raporeke berfireh pêşkeşî kongresê bikin
    Etîketan:
    Agirbesta Sûriyê, Salih Muslim, PYD, Suriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de