22:29 24 Îlon 2017
Zindî
    Binali Yildirim

    Yildirim: Nûsra û DAIŞ di agirbestê de cî nagirin

    © Foto: AA/ Utku Uçrak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim li ser lihevkirina ji bo agirbesta Sûriyê got, ‘Nûsra û DAIŞ ne tê de ne.’

    Yildirim li civîna Kofederasyona Karsazên Ciwan a Koçka Çankayayê ragihand ku wan digel Rûsyayê agibestek îmze kiriye ku ji bo rawestandina xwinrijandina li Sûriyê gelekî girîng e.

    Serokwezîrê Tirk bal kişand ser başbûna têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê û hêvî kir ku agirbest dawiyê li êşên Sûriyê bîne.

    'HÊVÎDARIM AGIRBEST MAYÎNDE BIBE'

    Yildirim li ser agirbestê wiha axivî: "Nûsra û DAIŞ ne aliyên agirbestê ne. Ji bo li seranserê Sûriyê rêkeftin hat kirin. Hêvîdarim ev agirbest mayînde bibe. Em ê wisa pêşiyê li xwînrijandinê bigirin. Helbet mebest bi agirbestê dawîanîna pevçûnên navbera rejîmê û muxalîfan e. Herwiha gaveke din jî pêkanîna çareseriya siyasî ye. Dê ew jî li rojên dahatu di civînên Astanayê de were gotûbêjkirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Muallîm: Agirbest ji bo çareseriya siyasî şansekî rastîn e
    Pûtîn û Esad agirbesta li Sûriyeyê axivîn
    Encamnameya 'Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê' hat ragihandin
    Miller: Rûsya ji bo 'Herka Tirk' a gazê sedî sed amade ye
    Amerîka derbarê agirbesta li Sûriyeyê de daxuyanî da
    Etîketan:
    DAIŞ, Nûsra, Agirbesta Sûriyê, Binalî Yildirim, Serokwezîrê Tirkiyê, Rûsya, Sûriye, Tirkiye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de