14:03 26 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Rêxistinên ku NY wan terorîst dibîne li derveyî agirbesta Sûriyê ne

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5402

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser agirbesta Sûriyê axivî û got, ‘Bi rejîm û muxalefetê re rêkeftin hat kirin, ji îşev pê de li seranserê welat agirbest tê ragihandin. Rêxistinên ku NY wan wek terorîst dibîne li derveyî agirbestê ne.’

    Serokomarê Tirkiyê di civîna hevpar a bi Serokomarê Kosovayê Haşîm Tacî re de li ser agirbesta Sûriyê daxuyanî dan.

    Erdogan ragihand ku ji îşev pê de li seranserê Sûriyê agirbest tê ragihandin û wiha axivî: ‘Me ji bo rawestandina şer gelekî hewil da. Dê aliyên şer herêmên ku kontrol dikin berfireh nekin. Rêxistinên terorê li derveyî agirbestê ne..Dê hemû êrîşên bejahî û asmanî werin rawestandin. Dê agirbest ji aliyên garantorên agirestê Rûsya û Tirkiyê ve were şopandin.'

    Serokomarê Tirk bal kişand ser ku dê rêxistinên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wek rêxistinên terorîst hatine binavkirin li derveyî agirbestê bin û ti aliyek herêmên ku kontrol dike li dijî aliyê din firehtir neke.

    ERDOGAN SPASÎ LI PÛTÎN KIR

    Serokomar Erdogan di serî de li Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û ji derdorên piştgirî dane agirbestê re spasî kir û wiha pê de çû: "Em wek Tirkiye ji bo aramî, aştî û îstiqrara Sûriyê û herêmê, çi ji destê me were em dikin. Ez hêvîdarim agirbest li hemû birayên me yên Sûriyê û heta ji hemû mirovatiyê re bibe sedema xêran."

    Erdogan herwiha destnîşan kir ku heta xeterî li ser Tirkiyê û hemwelatiyên wê hebe, dê têkoşîna bi terorê re çi li hûndir çi li derveyî welat berdewam bike.

     

    Bi heman mijarî:

    Şewirmendê Mistura dîraka hevdîtinên li Astanayê eşkere kir
    Mixalîfên piştgiriya Erebîstana Siûdî digirin: Divê agirbest berfirehtir be
    Lavrov û Zarîf hevdîtinek pêk anîn
    Lîsteya rêxistinên ku di nav agirbestê de ne
    Kremlin: Putin û Erdogan, ji peymana li Sûriyê kêfxweş in
    Etîketan:
    çapamenî, civîn, agirbest, Haşim Tacî, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de