03:11 23 Îlon 2017
Zindî
     Yüksek Müzakere Komitesi Sözcüsü Riyad Naasan Agha

    Mixalîfên piştgiriya Erebîstana Siûdî digirin: Divê agirbest berfirehtir be

    © AFP 2017/ FABRICE COFFRINI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Riyad Naasan Agha yê Berdevkê Komîteya Bilind a Danûnstandinê ya Dijbereya Sûriyeyê (HNC), ku ji mixalifên piştgiriya Erebîstana Siûdî digirin pêk tê, diyar kir ku ew vê agirbesta berfireh ji bo çareseriya siyasî gaveke girîng dibînin û dest nîşan kir ku agirbest ne bi awayekî perçe perçe, divê li her dere were sepandin.

    Agha got ew peymana agirbest a ku di bin garantoriya Rûsya û Tirkiyeyê de di navbera alîgirên li Sûriyeyê de hat îmzekirin, bi kêfxweşî pêşwazî dikin û di daxuyaniya xwe ya ji bo Sputnikê de got, "Em balê dikişîne ser ku agirbest ne bi awayekî perçe perçe, divê bi awayekî berfireh were sepandin. Em di wê baweriyê de ne ku agirbesteke berfireh û parastina sivîlan ji bo çareseriya siyasî gaveke girîng e."

    Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihandibû ku di navbera hikumeta Sûriyeyê û mixalîfan de agirbest hatiye îmzekirin û anîbû ziman ku ew ê ligel Îran û Tirkiyeyê garantorên pêvajoyê bin. Di daxuyaniya artêşa Sûriyeyê de jî hatibû diyar kirin ku agirbest wê ji nîvê îşev şûnde li tevahiyê welêt were destpêkirin. Agirbest wê DAIŞê û Eniya Fetih El Şamê di xwe de nehewîne.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Agirbest dê şeva pêncşemê dest pê bike
    Lavrov û Çavuşoglu li ser Sûriye û Astanayê axivîn
    Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê axivîn
    Muxalîfên Sûriyeyê: El Nusra û DAIŞ di agirbestê de tine nin
    Tirkiye: Li Sûriyeyê agirbest hat ragihandin, Tirkiye û Rûsya garantor in
    Pûtîn: ‘Li Sûriyeyê agirbest pêk hat
    Etîketan:
    berfirehtir, agirbest, Serokdewletê Sûriyeyê, Berdevkê Komîteya Bilind a Danûstandinê ya Dijbereya Sûriyeyê, Riyad Naasan Agha, Vladîmîr Pûtîn, Îran, Rûsya, Erebîstana Siûdî, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de