14:30 22 Îlon 2017
Zindî
    girtin-binçavkirin-desteserkirin

    Li Sêrt û Agiriyê gelek kes hatin girtin û binçavkirin

    © Foto: Kirill Kallinikov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2420

    Hat hînbûn ku li bajarên Sêrtê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin ku sedema binçavkirina wan nayê zanîn. Herwiha li Agiriyê jî 3 kesên ku hefteya borî hatibûn binçavkirin jî, îro hatin girtin.

    Îro di encama operasyonên li bajarên Sêrt kêm 15 kes hatin binçavkirin. Herwiha li Agiriyê 3 kesên ku demek berê hatibûn binçavkirin jî, îro hatin girtin.

    HERÎ KÊM 15 KES HATIN GIRTIN

    Polêsan îro li Sêrt û navçeyên wê bi awayekî hemwext bi ser malan de girtin. Di encama bi serdegirtina malan de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta ewlekariyê. Sedema binçavkirinan hêj nehate diyarkirin.

    LI AGIRIYÊ 3 KES HATIN GIRTIN

    Di 22ê Berfanbarê de di encama biserdegirtinan de 5 kes hatibûn binçavkirin. 5 kesên ku hatibûn binçavkirin 3 kes piştî karûbarên fermî yên li midûriyeta ewlekariyê, sewqî dadgehê bûn. Dozger îfadeya her 3 kesan girt û bi hinceta ‘alîkariya rêxistinê kirine' wan şande dadgehê. Dadgehê cezayê girtîgehê li hersêyan birî û wan şand girtîgehê.

    Navên kesên hatin girtin wiha ne: Endam Meclîsa Giştî ya Bajêr Yusuf Yakut, Rêveberê Berê yê HDPê yê bajêr Mehmet Salih Coşkûn û Rêveberê HDPê Resûl Sorguç hatin girtin.

    Dîsa, Xebatkarê Şaredariyê Alî Bariş ê ku di heman demê de hatibû binçavkirin hîn jî di bin çavan de ye.

    Bi heman mijarî:

    Li 3 bajaran gelek kes hatin, binçavkirin û girtin
    Hevşaredara Qulpê Baran hat binçavkirin
    Aysel Tugluk û Seydî Firat hatin binçavkirin
    Xizmên qatilê Karlov ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
    Dayik û xwişka êrîşkarê Karlov hatin binçavkirin
    Etîketan:
    şerê siyasî, girtiyên kurd, biryar, ferman, binçavkirin, girtin, dadgeh, agirî, sêrt
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de