08:08 24 Îlon 2017
Zindî
    Alayên YPG li nêzîkî Hesekê

    YPG: Êrişên Arteşa Tirkiye û Artêşa Azad didomin

    © REUTERS/ RODI SAID
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 43 0 0

    YPGê derbarê êrişên Artêşa Tirkiye û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ya ku Tirkiye piştevaniya wan dike de daxuyaniyek belav kir.

    Navenda Ragihandina YPGê têkildarî êrişên Tirkiye û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) daxuyaniyek belav kir û tê de got êrişên herdu aliyan yên li ser Rojava bênavber didomin.

    YPG di daxuyaniya xwe de amaje kir ku artêşa tirk 28ê Berfanbarê di saetên nîvro bi çekên giran êrişî ser gundên Girbenav, Yabse û Siluleh li rojhilatê Kobanê kirine. Herwiha balafira bêmirov ya Tirkiyeyê li ser gundê Xanê jî geriyaye.

    Di dewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku çekdarên ASAyê bi çekên giran êriş birine ser çeperên YPGê yên li herêma Birc Silêman a girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê. Herwiha çekdaran di heman rojê de, danê êvarî dîsa bi çekên giran û topên hawanê êrişî gundê Maranez ya Efrînê kirine.

    YPGê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku wan bersiva heman êrişên artêşa tirk û ASAyê dane.

     

     

    Bi heman mijarî:

    YPG nan bi belaşî li taxeke Helebê belav dike
    YPG: Digel êrîşên wan, me ti carî dewleta tirk nekiriye hedef
    YPG serdana navendên partiyên siyasî dike
    Li gorî MGKê, Efrîn jî di nav de her cihê ku YPG lê be hedefa meşru ye
    Etîketan:
    artêşa azad, daiş, ypg, artêşa tirk, çekên giran, êriş, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de