22:59 26 Îlon 2017
Zindî
    Rojava

    'Rêveberiya Xweser wê bi hikûmeta Sûriyê re hevdîtinê bike'

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Ferid Demirel
    0 27631

    Di demeke ku hewldanên agirbestê li Sûriyê zêde bûn û agirbest hate ragihandin de rayedarên Rûsyayê yên li Baregeha Leşkerî ya Hmeymîmê ya Rûsyayê civînek bi partiyên kurd re lidar xistin. Li gorî zanyariyan di encama civînê de şandeyek ji partiyên kurda hatiye avakirin û hat îdiakirin ku wê ev şand bi hikûmeta Sûriyê re hevdîtinê bike.

    Hat îdiakirin ku di 15ê Berfanbara 2016an de li ser daxwaza Fermandeyê hêzên Rûsyayê li Navenda Leşkerî ya Hmeymimê Alexander Dvorinkoyî vexwendname ji bo 24 partî û hin kesayetên siyasî yên Rojava hat şandin. Li gorî heman îdiayê, di vê vexwendnameyê de hatiye gotin ku ew dixwazin bi wan re civînekê lidar bixin û derbarê pirsgirêkên Sûriyê û pirsgirêka kurd a li Sûriyê de guftugoyan bikin.

    'HIN PARTÎ BEŞDARÎ CIVÎNÊ NEBÛN'

    Partiyên ku hatine vexwendin Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Aştiya Demorkatî, Partiya Demokrata Kurdistanê, Partiya Komonîsta Kurdistanê, Partiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Şexîl a Kurdistanê, Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Kombûna Kurdistanê, Partiya Guhertin, Partiya Çepa Kurdî û Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê. Herwiha 5 partiyên di bin navê Hevbendiya Niştimanî ya kurd li Sûriyê û yên girêdayî Encumena Niştîmanî Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo civînê hatine vexwendin. Lê rayedarên ENKSê diyar kiribûn ku ew ji ber civîn li Sûriyê pêk tê beşdarî civînê nabin. Lê yê din di 16ê Berfanbarê de beşdarî civînê bûn û bi rayedarên Rûsyayê re hevdîtin kirin.

    '4 MEH BERÊ CIVÎNEKE DIN ÇÊBIBÛ'

    Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên rojavayî dane Sputnik Kurdistanê, kesê ku bingeha civîna Hmeymîmê avêtiye Serokê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya kurd li Sûriyê Evdilhemîd Hec Derwîş e. Heman çavkaniyan diyar kirin ku 4 meh berê jî di navbera Rêveberiya Xweser û rayedarên rûsî yên li Baregeha Hmeymimê bi heman awayî ji hêla Hec Derwîş ve hatiye organîzekirin. Ebdilhemîd Hec Derwîş beriya civîna 16ê Berfanbarê, biryar girtiye ku beşdarî vê civînê nebe. Hate diyarkirin ku Hec Derwîş xwestiye partiya wî û ew bibe serokê şandeya kurd a hevdîtinan, lê ev nehatiye pejirandin û ew ji koma hevdîtinê vekişiyeya.

    Sûriye
    © AP Photo/ Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    'DOKUMANEK LI SER NAVÊ RÊVEBERIYA XWESER HATIYE AMADEKIRIN'

    Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku di civîna 4 meh berê de dokumanek pêşkêşî rayedarên Rûsyayê hatiye kirin, lê ji ber ku bi navê Rêveberiya Xweser ev pêşkêşkirin pêk hatiye, dokuman nehatiye qebûl kirin. Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku di civîna 16ê Berfanbarê de ev mijar careke din hatiye rojevê û li ser navê Rêveberiya Xweser lihevkirin çêbûye.

    EHMED: ŞANDEYEK BI NAVÊ XWESERIYA DEMOKRATÎK HAT AVIKIRIN

    Hevseroka Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ji Sputnik Kurdistanê re ev agahî piştrast kirin û got ku di encama civîna li Hmeymîmê de şandeyek bi navê Xweseriya Demokratîk hatiye avakirin û wê ev şande hevdîtinan bi hikûmeta Sûriyê re bike.

    Ehmed diyar dike ku ji wan re hatiye gotin, wê piştî serê salê dest bi hevdîtinan bikin lê weke roj, dîroka hevdîtinê nehatiye zelalkirin. Hevseroka MSDê Îlham Ehmed dibêje ku ew ê sîstema federal bi hemû aliyan re gotûbêj bikin ku hikûmeta Sûriyê jî dinav deye.

    'EM Ê SÎSTEMA FEDERAL BI HER DERDORAN RE NÎQAŞ BIKIN'

    Ehmed wiha berdewam kir: "Jixwe sistema federal wek dibên cewherê guftugoyên bi hemû aliyan re ye. Ne tenê bi Rûsyayê re ye. Bi Rûsyayê re tê maneya bi rejîmê re. Naverok wek proje sîstema federal dibe mijara muzakerayan. Dervî wê vexwendin, ev inisiyatifek yan lihevhatinek di navbeyna partiyên kurd de bi vê armancê li Hmeymîmê civînek hat lidarxistin. Û şandeyek hat avakirin. Şande jî bi navê xweseriya demokratîk ji bo ku bi rejîmê re bikeve nav muzakereyan. Heta niha di wê astê de ye hin tu gavên din nehatin avêtin."

    BI HEVDÎTINÊN AGIRBESTÊ RE DI HEMAN ROJAN DE…

    Piştî hewldanên dûdirêj Rûsya, Tirkiyê û Îranê li hev kiribû ku derbarê Sûriyê de lihev bikin. Di vê çarçoveyê de hevdîtin di navbera muxalefetê û hikûmeta Sûriyê de hate îmzekirin. Herwiha wê piştî vê agirbestê çavlirêye ku di navbera aliyan de li paytexta Qazakistanê Astanayê hevdîtin çêbibin. Di van hevdîtinan de wê Rûsya, Îran û Tirkiyê weke garantör ango çavdêr cî bigirin.

    Di heman demê de Meclîsa Damêzrêner a Sîstema Federaliya Demokratîka Bakurê Sûriyê-Rojava li bajarê Rimêlan dest bi civîna xwe ya awarte kir. Di civînê de hin biryar hatine standin. Li gorî agahiyên ku ji raya giştî re hatine aşkerekirin, ji navê Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, navê Rojava hatiye derxistin. Îlham Ehmed sedemê vî tiştî wiha tîne ziman:

    'NAVÊ ROJAVA HAT DERXISTIN'

    "Bi giştî navê Rojava jê derdikeve. Naveroka wê tê de heye, lê weke nav jê derdikeve. Li gor cografyeya ku ev federasyon lê tê avakirin ne tenê Rojava ye, herêmên derveyî Rojava jî digre nav xwe. Ji bo wê navê Rojava tam îfade nake. Yanî bakurê Sûriyê hîn berfirehtir e, îfadeya wê coğrafyeya ku xelk tê de jiyan dikin, ku kurd, ereb, tirkmen, suryan,aşur di nava wê de bi hev re jiya dikin, ji bona wê. Ji bo guhertineke wiha di nav de hate kirin."

    Çavdêrên Rojavayî ji bo vê rewşê dibêjin ku aliyê kurd dixwaze xwe li gorî rewşa nû ya li Sûriyê derketiye holê bicî bike.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Agirbest dê şeva pêncşemê dest pê bike
    Tirkiye: Li Sûriyeyê agirbest hat ragihandin, Tirkiye û Rûsya garantor in
    AA: "Tirkiye û Rûsya li ser plana agirbest a Sûriyeyê lihev kir"
    Rûsya: Li Helebê milîtanan gule bera otobusên tahliyekirinê dan, agirbest binpê kirin
    Koma Kahîreyê: Ji bo hevdîtinên Astanayê tu kes bi me re hêj neketiye têkiliyê
    Etîketan:
    Meclîsa Damêzrêner a Sîstema Federaliya Demokratîka Bakurê Sûriyê-Rojava, Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD), Partiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê, Rêveberiya Xweser a Rojava, Sputnik Kurdistan, PYD, ENKS, Evdilhemîd Hec Derwîş, Alexander Dvorinkoyi, Îlham Ehmed, Astana, Qazakistan, Hmeymim, Rimêlan, Sûriye, Tirkiye, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de