04:25 24 Îlon 2017
Zindî
    Petrol- OPEC

    "Kuweyt dê di demeke nêz de gazê ji Iraqê bikire"

    © REUTERS/ Darren Whiteside
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Kuweytê ragihand ku ew ê gaza suriştî ji Iraqê bikirin ku ew ê bi 5 milyon metre kabik dest pê bike û dûre dê bibe 100 milyon ku di dawiyê de dê bigihêje 200 milyon metre kabikî.

    Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar El-Lueybî duh çarşemê ragihand ku merc guncav in ta ku projeya şandina gazê ji Iraqê bo Kuweytê temam bikin, bi taybetî ku "herdû xwediyên nerînên hevbeş in".

    Herwiha El-Lueybî ji ajansa nûçeyan a Kuweytê KUNAyê re ragihand ku proje dê rojane 200 milyon metre kabik gaza suriştî ji Kuweytê re dabîn bike û got ku proje ne nû ye û dê di demeke nêz de dest pê bike.

    Lueybî eşkere kir ku wî û Wezîrê Petrolê yê Kuweytê Isam El-Merzûq li hev kiriye ji bo komisyonekê damezirînin ta ku projeyê temam bikin û mijarên wê yên teknîkî gotûbêj bikin.

    Ji aliyê din ve, wezîrê iraqî diyar kir ku ev proje di salên 2004 û 2008an de desrket û plan ew bû ku pêşî dê 5 milyon metre kabik ên gazê bên şandin û dûre dê bibe 100 milyon metre kabik û di dawiyê de dê bigihêje 200 metre kabikî lê belê hinek astengî derketin lewra neçû serî.

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn biryar da ku gaz di rêya bejahî re bê şandin bo Kirimê
    Rûsyayê Gaz Tigr veguherandin makîneyên şer ên robotîk
    Kurd gaz û petrola Kurdistanê li forûmeke cîhanî nîqaş dikin
    Etîketan:
    gaz, Isam El-Merzûq, Cebar El-Lueybî, Iraq, Kuweyt
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de