08:26 26 Îlon 2017
Zindî
    Sûriye

    Muxalîfên Sûriyeyê: El Nusra û DAIŞ di agirbestê de tine nin

    © AP Photo/ Hassan Ammar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 97 0 0

    Wezîrê Muxalîf a Sûriyeyê ragihand ku ji bo agirbestê Rûsya bi Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hevdîtin pêk tîne, di hevdîtinan de El Nusra tine ne.

    Hikmet Durgun

    Muhammed Vecih Cuma ku di hikûmeta bihurbar yê ji aliye muxalefeta Sûriyeyê de Wezîrê Tenduristiyê ye ji ji Ajansa Sputnikê re axivî û got: ‘Di nabera ASA, Tirkiye û Rûsyayê de bo agirbestê hevdîtin li Enqereyê dewam dike, El Nusra û DAIŞê jî ji berk u wek rêxistinên terorî dibinin û hin rêxistinên din di hevdîtinan de tine ne.

    Hate diyar kirin ku di hevdîtinin li Enqereyê de giştiyê Sûriyeyê agirbest hatiye ragihandin

    Herwiha hat eşkerekirin ku bo peymana agirbestê nûnerên Ahrar-ul Şam, Ceyş-ul Îslam, komên girêdayê ASAyê Tuxaya Er Rahman, Artêşa Îdlîb a Azad, Ecnaduşşam, Odeya Operasonên Helebê û Beşek ji koma Siltan Murad beşdar bûn, hin komên ASAyê ku Amerîka piştgiriya wan dike, beşdar nebûn.

    Hevdîtinên Rûsya, Îran û ASAyê, Tirkiyeyê ya li Enqereyê dê bingeha hevdîtinên aştiyê ya Sûriyeyê kul i Astanayê paytexta Kazakîstanê di meha Rêbendanê de pêk bê, ava bike.

    Muhammed Vecih Cuma ku di hikûmeta bihurbar yê ji aliye muxalefeta Sûriyeyê de Wezîrê Tenduristiyê ye ji Ajansa Sputnikê re haydariyen taybet da.

    PYD DI HEVDÎTINAN DE TINE NE'

    Cuma destnîşan kir ku li Enqereyê hevdîtinên gelek girîng pêk tên û got: ‘Ev hevdîtin gelek mihûmin. Hevdîtinên vê carê dê gelek bibandor bin lewra; Vê carê liv ir Tirkiye, Rûsya û Îran hene ji ber vê yekê hevdîtinên girîngin. Hêzên bi bandor yê li qadê vê carê jî li ser maseyê ne. Ev hevdîtin, bingeha çareseriya siyasî bo hevdîtinan ava dikin. Em hêvî dikin ku ev hevdîtin krîza siyasî çareser dike.

    Esad di hevdîtinan de tine ne. Lê Bandorek mezin yê Rûsyayê li ser Esad heye. Hêzên hewayî ya li Sûriyeyê ji ber ku di deste rûsan deye, rûs gelek bibandorin. Ji aliye din ve faktora Îranê jî heye. Lewre; milîsên Îranê em dikarin bibêjin li giştiyê Sûriyeyê hene. Di hevdîtinan de komên ASAyê ya nerm hene. El Nusraya ku serî li pevçûnan dide di hevdîtinan de cih negirt. Di hevdîtinan de El Nusra, DAIŞ û hin komên din tine ne. Herwiha PYD jî di hevdîtinan de tine ne.

    'ARMANCA PYDê AVAKIRINA KURDISTANÊ YE'

    Cuma bale kişand ser komên ku girêdayê Amerîkayê di hevdîtinan de tine ne û wiha pê de çû: ‘Amerîka li Sûriyeyê gelek alîkarî dide PYDê. Armanca PYDê kifşeye. Kurdistanê ava bike. Em perçebûna Sûriyeyê naxwazin. Ji berk u Amerîka şi Sûriyeyê piştgiriya PYDê kiriye di hevdîtinan de bandora wê tine ne.'

    ‘600 HEZAR KES MIRIN, 12 MÎLYON KES JÎ KOÇBER BÛN'

    Herwiha Cuma da zanîn ku wek sûriyan lezgîn aştiyê dixwazin, Em wek sûriyan bigihîjin armanca xwe gelek baş dibe. Em dixwazin demokrasi û azadiya xwe bidest bixin. Zêdetirên 600 hezar kes jiyana xwe ji dest dan, bi 10 hezaran kes girtîne, 12 mîlyon kes koçber bûn. Em dixwazin ev dram bidawî bibe û çareseriya krîza siyasî dixwazin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Em ê belavoka hevbeş a me û Îran û Tirkiyê îmze kir pêşkêşî DENYê bikin
    Sûriye: Agirbest dê şeva pêncşemê dest pê bike
    Tirkiye: Li Sûriyeyê agirbest hat ragihandin, Tirkiye û Rûsya garantor in
    Hejmara turîstên rûsî ji sedî 77 kêm bû
    Erdogan: "Amerîka piştgiriya rêxistinên terorî dike"
    Etîketan:
    muxalefet, hevdîtin, operasyon, agirbest, Sputnik, Muhammed Vecih Cuma, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de