09:51 24 Îlon 2017
Zindî
    Leşkerên Sûriyê li Helebê

    Sûriye: Agirbest dê şeva pêncşemê dest pê bike

    © AP Photo/ Hassan Ammar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Artêşa Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku agirbest dê ji nîvê şeva pênşemê ve dest pê bike.

    Serokatiya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê ragihand ku ew ê hemû çalakiyên xwe yên şerî ji nîvê şeva pêncşemê anku 30.12.2016an ve rawestîne.

    Sûriye
    © AP Photo/ Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Piştî serkeftinên ku hêzên çekdar (yên Artêşa Sûriyeyê) li gelek aliyan pêk anîne, Serokatiya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar radigihîne ku ew ê hemû çalakiyên şerî li seranserî tevahiya erda Komara Erebî ya Sûrî ji saeta sifirê ya roja 30. 12.2016an ve rawestîne."

    "EL NUSRA Û DAIŞ JI DERVEYÎ AGIRBESTÊ DIMÎNIN"

    Herwiha di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku rêxistinên DAIŞ û EL-Nusrayê dê li derveyî agribestê bimînin.

    Ji aliyê din ve, Serokatiya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê diyar kir ku armanca agirbestê ew e ku mercên guncav bên amadekirin ji bo rê ji çareseriya siyasî ya qeyrana Sûriyeyê re vebe.

    Hêjayî gotinê ye ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihandibû ku Hikûmeta Sûriyeyê û dijberan peymana agirbestê îmze kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Sûriye diyaloga bi Tirkiyeyê re bi şert dipejirîne
    Çavûşoglu:Dê hevdîtina me ya sêqolî ji bo pêşeroja Sûriye baş be
    Sûriye: "Milîtanan li Helebê êrişî korîdora sivîlan kir"
    Esad: Artêşa Sûriye piştî rizgarkirina Helebê wê berê xwe bi de Palmîrayê
    ‘Leşkerên Amerîkayê gihiştin herêma li ser sînorê Sûriye û Iraqê'
    Sûriye: Daxuyaniya Erdogan delîla êrîşkariya Tirkiyê ye
    'Amerîka dixwaze li Sûriye û Iraqê dewlata kurd damezirîne'
    Etîketan:
    EL-NUSRA, DAIŞ, Serokatiya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar, Artêş û Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de