15:49 20 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê - heleb

    Tirkiye: Li Sûriyeyê agirbest hat ragihandin, Tirkiye û Rûsya garantor in

    © AP Photo/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 39 0 0

    Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê daxuyand ku li Sûriyeyê di navbera aliyên şer dikin de ji 30ê Berfanbarê şûnde peymana agirbestê hatiye danîn û Tirkiye û Rûsya bi navê 'garantorê' piştgiriyê didin vê peymanê.

    Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hat diyar kirin ku Tirkiye, "Di warê çareseriya siyasiya berfireh a li Sûriyeyê de ji bo ku di navbera rejim û mixalefetê de hevdîtin werin destpêkirin, dawî li tundiyê were dayîn û alîkariyên mirovî were pêkanîn" ev demeke dirêj e xebatan dimeşîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di encama van hewldanên me de li Sûriyeyê di navbera aliyên şer dikin de peyman hatiye danîn ku roja 30ê Berfanbara 2016a ji saet 00.00ê şûnde agirbest were ragihandin. Em vê geşedanê bi kêfxweşî pêşwazî dikin."

    'KOMÊN KU KONSEYA EWLEHÎ YA NY WEK RÊXISTINÊN TERORÊ DIBÎNIN LI DERVEYÎ PEYMANÊ NE'

    Di daxuaniyê de hat destnîşan kirin ku komên ku ji aliyê Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî ve wek rêxistinên terorê tên qebûlkirin, li derveyî vê peymanê ne û wisa hat berdewamkirin:

    "Tirkiye û Federasyona Rûsyayê wek garantor piştgiriyê didin vê sazûmaniyê. Alîgir bi vê sazûmaniyê soz didin ku êrîşên hewayî jî di nav de wê êrîşên çekdarî bidin rawestandin û wê herêmên di bin kontrolên xwe de li dijî hevdu berfirehtir nekin.

    Girîng e ku hemû alîgir li gorî vê agirbestê tevbigerin. Tirkiye û Rûsya bi awayekî xurt piştgiriyê didin rewşa agirbestê û wê bi hevdu re vê yekê bişopînin.

    Bêguman gelekî girîng e ku welatên li ser komên li qadê bibandor in jî ji bo berdewamiya agirbestê piştgiriyê bidin.

    Tirkiye ji bo ku li Sûriyeyê li gorî Belavoka Cenevê û biryara bi hejmara 2254 a Konseya Ewlehî ya NY derbasbûna pêvjoya siyasî pêk were û di demeke kin de rejim û mixalefet li Astanayê ligel welatên garantor werin cem hevdu hewldanên xwe wê bê navber bidomîne.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: ‘Li Sûriyeyê agirbest pêk hat
    De Mistura: Em di mijara Sûriyeyê de piştgiriyê didin hewldanên Rûsya, Tirkiye û Îranê
    Sûriye: Agirbest dê şeva pêncşemê dest pê bike
    Etîketan:
    ragihandin, agirbest, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî (KENY), Astana, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de