23:06 20 Îlon 2017
Zindî
    YBŞ

    YBŞ/YJŞ bîlançoya şer ya sala 2016an, eşkere kir

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8610

    YBŞ/YJŞ, bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer ya sala 2016an eşkere kir. Di daxuyaniyê de sala 2016an wekî sala ‘destketiyan' hate binavkirin û hate gotin 148 kes hatin rizgarkirin û 255 terorîstên DAIŞê jî hatin kuştin.

    Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), daxuyaniyek belav kirin û tê de bilançoya şerê salekê eşkere kirin.

    Di daxuyaniyê de behsa êrşa DAIŞê ya li hember êzîdiyan tê kirin û tê gotin ku di encama êrişan de bi hezar êzidî hatin qetilkirin. Herwiha bi sedan keç û jinên êzidî jî hatin revandin û li bazarên hêsîran hatin firotin.

    Di daxuyaniyê de tê amajekirin ku ‘Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî' bo hesappirsîna terorîstên DAIŞê hatiyedestpêkirin û di encama vê yekê de bi hezaran şêniyên şengalî vegeriyane axa xwe.

    Tê gotin ku pêngava dawî ya Tolhildana Jinên Êzidî, bo şerê DAIŞê bike dest pê kiriye û ta hemû Şengal bi temamî bê rizgarkirin jî dê berdewam bike. Di daxuyaniyê de sala 2016an wekî sala ‘destketiyan' hate binavkirin û bo sala nû hêviyên xweş hate kirin.

    ‘148 KES HATIN RIZGARKIRIN'

    Di dewamiya daxuyaniyê de tê diyarkirin ku di şerê 2016an ya ku di encamê de 24 endamên YBŞ/YJŞ jiyana xwe ji dest dane de, 148 kes hatine rizgarkirin.

    ‘255 ÇETE HATIN KUTIN'

    Herwiha 255 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û 160 term jî hatine bidesxistin. Herwiha bi sedan êriş hatine pûçkirin û gelek baregehên wan jî hatine rûxandin.

    Techîzatên leşkerî yên ku ji aliyê şervanan ve hatine bidestxistin wiha ne:

    21 B7 û gelek moşek û HV
    87 keleşkof, cercur û guleyên wan
    23 BKC, cercur û guleyên wan
    17 êlekên xwekujî
    5 Karnas
    15 M16
    8 demançe li gel cercurên wan
    2 çekên suîkastên yên Zagrosê
    8 moşek
    2 wesayetên Hammer
    16 qaîdeyên Katuşa û 3 moşekên Katuşa
    4 topên hawanê yên 240mm û 12 moşekên wê
    2 topên hawanç yên 60 mm û 48 moşekên wê
    Dûrbînek teleskop
    2 dûrbînên rojê

    Herwiha gelek kamera, telefon, bêtêl hatin bidestxistin û gelek bombeyên destçêkirî, wesayet, qemyonên bombebarkirî jî hatin rûxandin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê YBŞê: Tirkiyê operasyona rizgarkirina Mûsilê dereng dixe
    YBŞê bi 1600 şervanên xwe beşdarî operasyona Mûsîlê dibin
    Nasnameya şervanekî YBŞê hate eşkerekirin
    YBŞ: PDKê nahêle çek werin destên me
    HPG û YBŞ: Li Şengalê 21 terorîst hatin kuştin!
    Hêzên YBŞ/YJŞê li Şengalê operasyon dan destpêkirin
    Etîketan:
    tolhildana jinên êzidî, yjş, ybş, bawerî, daiş, rizgarkirin, çalakî, şengal
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de