08:47 23 Îlon 2017
Zindî
    Tûrîstên Tirkiyeyê

    Hejmara turîstên rûsî ji sedî 77 kêm bû

    © Sputnik/ Mihail Fomichev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2912

    Piştî balafira rûsî ku di 24ê Mijdarê de ji terefê jetên Tirkiyeyê ve li sînorê Sûriyeyê hat xistin, hejmara turîstên rûsî ku serdana Tirkiyeyê dikirin ji sedî 77.3 daket.

    Piştî balafira rûsî ku di 24ê Mijdarê de ji terefê jetên Tirkiyeyê ve li sînorê Sûriyeyê hat xistin, hejmara turîstên rûsî ku serdana Tirkiyeyê dikirin li gorî doneyên 11 mehên sala 2016an ji sedî 77.3 daket.

    Li gorî nûçeya malpera înternetê ya Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê di navbera mehên rebendan û mijdarê de hejmara turîstên ku serdana Tirkiyeyê dikirin ji sedî 30.85an dakete 24 milyon 50 hezar kesî.

    Herwiha piştî xistina balafira rûsî ya meha mijdarê û derketina krîza navbera Tirkiye û Rûsyayê hejmara turîstên rûsî ku serdana Tirkiyeyê dikirin di 11 mehên dawî yên sala 2016an de ji sedî 77.3 kem bû.

    Li gorî zanyariyên berdest, hejmara turîstên ku di 11 mehên pêşî yên sala 2014an de 4 milyon û 400 hezar, di sala 2015an de 3 milyon û 600 hezar û ya sala 2016an de jî 822 hezar û 192 turîstên rûsî serdana Tirkiyeyê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo sala 2017an pêşbîniya 3 milyon turîstên rûsî tê kirin
    ATOR: "Êrişa Stenbolê bandorê li daxwaza turîstên rûsî nake"
    Hejmara turîstên rûsî ku îsal çûnê Antalyayê ji sala borî bihûrî
    Ji Rosturîzmê bo turîstên rûsî yên li Antalyayê hişyarî
    Fas, di mijara turîstên rûsî de dibe reqîbê Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Hejmara turîstên ku serdana Tirkiyeyê dikin her diçe kêm dibe, Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de